RUHA – Girê Xirabreşkê kete Lîsteya UNESCOyê

02-07-2018
RÛDAW
Nîşan Girê Xirabreşkê Ruha UNESCO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Navê Girê Xirabreşkê yên li bajarê Ruha ya Bakurê Kurdistanê, kete nav Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yê UNESCOyê.

 

Li Bahreynê di 42emîn civîna Desteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê de, biryar hat dayîn ku navê Girê Xirabreşkê  di lîsteya sereke ya Mîrateyên Cîhanî de were tomarkirin.

 

Di civîna Desteya Mîrateyên Cîhanê de bi navê Wezareta Çand û Geştiyarî ya Tirkiyê, Rêveberê Mûzexaneya Ruhayê Celal Uludag amade bû, ku Uludag di heman demê de serpereştê lêkolînên li Girê Xirabreşkê ye.

 

 

Giringiya Girê Xirabreşkê

 

Girê Xirabreşkê 18 kîlometreyan dûrê navenda bajarêê Ruhayê ye û nêzîkî gundê Orencîkê ye. Li Girê Xirabreşkê gundekî 12 hezar salî heye, ku ji çerxa Neolîtîk maye. Tê gotin, ku Xirabreşk yek ji warê nîştecîbûnê yê herî kevn û yekemîn perestgeh li vê derê peyda bûye.

 

Bilindahiya Girê Xirapreşkê 15 metre ye û li ser rûbereke 300 metre çargoşe ye.

 

Li Girê Xirabreşkê ji sala 1995ê ve vekolîn tên kirin. Li vir nêzîkî 20 perestgehên çargoşe, peykerên mirovan, stûnên bi şiklê “T” û fîgurên ajalên kedîkirî, ku bejna wan di navbera 3 heta 6 metreyan û giraniya wan jî di navbera 40 heta 60 tonan de hatine peydakirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst