Bi hezaran geştyar berê xwe didin Çiyayê Nemrûdê

27-10-2023
Bi hezaran geştyar berê xwe didin Çiyayê Nemrûdê / Wêne: AA
Bi hezaran geştyar berê xwe didin Çiyayê Nemrûdê / Wêne: AA
Nîşan Çiyayê Nemrûdê Semsûr Geştyar UNESCO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çiyayê Nemrûdê yê li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, di lîsteya Mîrateyên Cîhanî ya UNESCOyê de cih digire.

Îsal ji nîsanê heta çiriya pêşînê 61 hezar geştyarên biyanî û navxwe berê xwe daye Çiyayê Nemrûdê.

Pispor behsa bedewî û giringiya vê devera dîrokî dikin.

“Roj û huner bi hev re semayê dikin”

Rêvebirê Mûzexaneya Semsûrê Mehmet Alkan wiha behsa vî cihî kir:

“Li vê devera ku 2 hezar û 150 metreyî ji asta deryayê bilind e gora Padîşahê 1. Antiochos (Antiyokos) heye, li rojhilat û rojava jî peyker hene.

Ev dever rojava û rojhilat digihîne hevdû. Herwiha em li cihekî ne ku roj û huner bi hev re semayê dikin.”

Her yek ji van peykeran 8-9 metreyan bilind e û bi hezaran sal in li ser lingan in.

Her sal piştî ku berf dihele, di meha nîsanê de serdana geştyaran ya Çiyayê Nemrûdê dest pê dike.

“Hêjayî dîtinê ye”

Geştyarên ku hatine vê derê, li ber vê bedewiyê mat mane.

Geştyarê bi navê Muzaffer Gulmez got, “Em niha li yekê ji bêwênetirîn qoncika welat in. Ji ber ku niha li vir im, gelekî kêfxweş im. Dema ez hilkişiyam zehmet bû lê hêjayî dîtinê ye.”

“Erdhejan bandor li wan nekir”

Geştyar Sevgî Saglikê jî bi vî awayî behsa geşta xwe kir:

“Dema hilkişînê zehmet bû lê dîtina vir hêja ye mirov wê zehmetiyê bibîne. 2 hezar sal in ev peyker li vir in. Çawa hatine çêkirin, ev kevir çawa anîne vir? Erdhejan bandor li wan nekir û mayîna wan a ser lingan mûcîze ye.

Bi rastî cihekî gelekî balkêş û bedew e, ez ji her kesî re pêşniyar dikim ku bên bibînin. Cara ewil e têm lê eger heye careke din jî bêm.”

Ev peykerên li qûntara Çiyayê Nemrûdê ku ji Qraliyeta Komageneyê mane, di sala 1987an de ji aliyê UNESCOyê ve wekî Mîrateya Cîhanê hatin qebûlkirin.

Li gorî amarên fermî, sala 2022yan 370 hezar û 823 geştyar hatine vê devera dîrokî ya Semsûrê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst