Keleha Hewlêrê tê nûkirin: Xebat dê 20 salan bidomin

14-12-2023
Peyam Serbest
Peyam Serbest
Keleha Hewlêrê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Keleha Hewlêrê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Keleha Hewlêrê Nûkirin UNESCO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xebatên nûkirina Keleha Hewlêrê beriya niha bi du mehan dest pê kirine.

Niha kolana sereke ya Keleha Hewlêrê tê nûkirin û ev du meh in ku geştyar nikarin herin nava kelehê.

70 karker ji demjimêr 07:00an heta demjimêr 16:00an ji bo nûkirina kelehê dixebitin.

Îsam Şakirê ku ev şeş sal in li Keleha Hewlêrê dixebite ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku ew niha erda kelehê nûjen dikin û kevirên biçûk datînin.

Heta niha raxistina lûleyên avê û kêşana xetên karebeyê temam bûne.

Danîna kevirên rê jî dê her sê mehên ewil ên sala pêşiya me temam bibe û herwiha dê li nava kelehê hinek cihên rûniştin û bêhnvedanê jî werin çêkirin.

Tê payîn ku piştî danîna kevirên rêyan keleh dîsa deriyên xwe ji geştyaran re veke.

Seroka Endezyarên Nûjenkirina Keleha Hewlêr Befrîn Ebdulqadirê li ser xebatan got:

“Divê hosta û karker şareza bin çimkî rêbazên ku em bi kar tînin di demên dawiyê de kêm tên bikaranîn.”

UNESCOyê sala 2005an Keleha Hewlêrê wekî Mîrateya Cîhanî destnîşan kir.

Xebatên nûkirina kelehê 2007an dest pê kir lê ev xebat ji ber qeyrana aborî û hatina DAIŞê sekinîn.

Xebatan niha dubare dest pê kiriye lê ji ber ku hikûmetê ji bo vê projeyê budceyeke kêm veqetandiye û herwiha krîzeke aborî heye xebat bi giranî bi rê ve diçin.

"20 sal pêwîst in"

Li gorî pêşbîniyên Komisyona Bilind a Nûjenkirina Keleha Hewlêrê, ji bo temamkirina xebatên nûkirinê “20 sal pêwîst in.”

Serokê Komisyona Bilind a Nûjenkirina Keleha Hewlêrê Nîhad Letîf li ser pêvojoya nûkirina kelehê wiha axivî:

“Pere û piştgirî nebûn, ji ber qeyrana aborî piraniya karên me westiyabûn lê niha em dibînin ku li kelehê çalakiyeke geş heye.”

Nîhad Letîf herwiha da zanîn ku UNESCO heqdestê hostayan dide wan û Şêx Baz Berzenciyê ku li Hewlêrê kesekî darîçav e piştgiriyê dide projeyê.

Temenê Hewlêra ku di nav bajarên herî kevin ên cîhanê de ye û Keleha Hewlêrê nêzîkî 8 hezar salan e.

Herwiha Hewlêr di lîsteya 100 birdariyên cîhanê yên herî girîng de cih digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst