Li Baxçeyên Hevselê yên 8 hezar salî şahiyeke mezin hat lidarxistin

01-10-2023
Abdulselam Akinci
Baxçeyên Hevselê di lîsteya UNESCOyê de hatine tomarkirin
Baxçeyên Hevselê di lîsteya UNESCOyê de hatine tomarkirin
Nîşan Baxçeyên Hevselê Şahî UNESCO Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê şahiyeke mezin li Baxçeyên Hevselê yên 8 hezar salî hat lidarxistin.

Şahî bi armanca danasîna xwarinên xwemalî û girîngiya parastina Baxçeyên Hevselê hat lidarxisitn.

Ew şahî ji aliyê Odeya Bazirganî û Navenda Lêkolîn û Pêşvebirina Gastronomiyê ya Amedê ve hat rêkxistin.

Baxçeyên Hevselê di lîsteya UNESCOyê de wekî mîrateke çandî ya cihanî hatiye tomarkirin.

Geştyar û welatî di bin barana ewil a demsalê de li Baxçeyên Hevselê hatin ba hev û guhdarî li hunermend Mehmet Atlî kirin.

Endamê Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Amedê Erdal Avdar got, “Bila Baxçeyên Hevselê hem di warê dirokî de bê parastin û hem jî fêkî lê bên çandin.”

Baxçeyên Hevselê di bin Sûrên Amedê de li qeraxên Çemê Dicleyê ev 8 hezar sal in heye.

Hevsela ku ji aliyê UNESCOyê ve weke mîrateya cîhanî hatiye destnîşankirin ji heft hezar donim erd pêk tê.

Li sirûşta Baxçeyên Hevselê ku jîngeha zêdetirî 180 cure balinde ne bi hezaran sal in bi dehan cure fêkî û sebze tên berhemanîn.

Wênegir û çalakvanê xwezayê Mehmet Masum Suer jî got, “Çandina garis baxçe dikuje. Çimkî floraya baxçe xira dike. Ji ber wê gelek çûk û ajelan herem terikand.”

"Cihekî dîrokî ye, xwezayî ye, bereket e"

Hunermend Mehmet Atlî jî derbarê Baxçeyên Hevselê got:

“Cihekî dîrokî ye, xwezayî ye, bereket e, nanê însanan û nanê bajariyan jê tê. Berê jî dihat, hê jî tê bira dewam bike. Bila ev çanda ev dewlemendîya dewam bike.”

Beşdarên şahiyê, berhemên xwemalî yên Amedê tehmkirin û li ber stranên Mehmet Atlî govend gerand û piştre jî di nav dar û beren Hevselê de geriyan.

Welatî Neslîhan Goktepeyê got, “Ez ji bo li vir im pir kêfxweṣ im.”

Welatî Ridvan Gokçe jî got, “Heqe ku ev xwezaya xweṣ bi destê me bi destê Kurdên me, bi destê welatparêzên me were parastin.”

Mîrza Akar bal kişand li ser parastina sirûştê û got:

“Heta em li nirxê xwe xwedî dernekevin, em li hêjayiyên xwe xwedî dernekevin dê ev Sûr jî were xwarê û Hevsel jî dê wekî cîhê din bibe xirabeya bêtonan.”

Welatî Bêrîvan Kizil jî got: “Hevsel ji bo me bereket e, hevsel ji bo me girîng e, ji bo me kar e.”

Rêvebiriya Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Amedê û Navenda Lêkolînê ya Danasîna Gastronomiya Amedê bibiryar in ku hers al wê şahiyê li dar bixin û dengê dîrok û berhemên Amedê bigihînin cîhanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst