Li Mêrdînê çinîna genimê reş destpê kir

02-07-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Mêrdîn Genimê Reş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê çinîna genimê reş destpê kir.

Lê Mêrdînê nêzîkî hezar nexweşên selyakê (celiac) hene, ku nikarin nanê asayî bixwin û bi zehmetî nanê bê gluten peyda dikin.

Ji ber vê yekem car 15 donim genimê reş hat çandin, daku pêdiviya nan a nexweşên Celiacê (çolyak) bê dabînkirin. Genimê reş berovajî genimê din di 2-3 mehan de tê dirûtin û dahata wê baş e.

Parêzgarê Mêrdînê Mahmut Demirtaş got “Tenê ne nexweşên Celaicê, ji bo jiyaneke tendirust tê pêşniyarkirin ku hemû welatiyên me genimê reş bixwin.”

Cotkarê Mêrdînê Mehmet Keleşê ku îsal 650 kîlo genimê reş ji erdê xwe rakiriye, dibêje çandiniya genimê reş zêdetir dike.

Cotkar Mehmet Keleş dibêje “Wek ceribandin min 15 donim çandin. Ez ê meha 8ê 30 donimên din biçînim. Eger wek berhema duyem dahata wê baş be, em ê ji vir û pê de li şûna garis vî berhemî biçînin û ji cotkarên herêmê re bibin mînakek û înşallah ew jî dê biçînin.”

Mêrdîn li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yek ji girîngtirîn bajarê çandiniyê ye ku 3 milyon û 174 hezar donim erdên çandiniyê lê hene. Herwiha li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê %4ê genim, %7ê garis û %5.5ê nîskên sor li Mêrdînê tên berhemanîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst