Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê 6 hevalên çavên wan nabînin bi alfabeya taybet fêrî xwendina Quranê bûn û bala her kesî dikşînin.
Li Agirî 3 sal berê li ser daxwaza Şaxa Komeleya Nebînayan a Xala Şeş ji bo kesên çavên wan nabînin kursa Quranê hat vekirin.
6 hevalên çavên wan nabînin bi alfabeya taybet (Braille) fêrî xwendina Quranê bûn û niha dixwazin Quranê hînê kesên mîna xwe bikin.
Miftiyê Bajêr Tandogan Topçu ragihand ku ji heft salî bigre heta heftê salî ew hewl didin Quranê fêrî her kesî bikin û wiha axivî: "Cara ewil me di sala 2016an de ev kurs dan destpêkirin. Niha 6 xwendekarên me yên çavê wan nabînin hene. Serokatiya Kar û Barê Diyanetê alfabeya Braîlleyê amade dike û ji me ra dişîne. Em jî vê alfabeyê didin xwendekaran. Me bi vî awayî Quran hînî 6 birayên xwe kir, ji wan 4 kesan Quran xitim kir. Herdu yên din jî gihîştin wê astê ku bikaribin dersa Quranê bidin."
Serokê Şaxa Agiriyê ya Komeleya Nebînayan a Xala Şeşan Garîp Duman jî got yn ders hildane gihîştine asteke wisa ku dikarin dersa Quranê bidin û spasiya Miftîtiya Bajêr û Serokatiya Kar û Barê Diyanetê kir.
Salîh Çavdarci jî got ew 3 sal e diçe kursê ku hînî Quranê bibe û bi saya vê alfabeyê wî 4 caran Quran xitim kiriye.
Fecrî Polat jî behsa hînbûna Quranê kir û got bi saya vê alfabeyê ev 3 sal e Quranê dixwîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse