Bi dronan êrişî kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê hat kirin

41 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Dron Êriş Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li çend deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê, bi gelek dronan êrişî kamp û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê hat kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, di êrişên îro de tenê zererên madî çêbûne.

Endama Komîteya Navendî ya Sazimanî Xebata Kurdistana Îranê Efsane Rehimiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Sê caran bi dronan êrişî Kampa Başîkê ya Sazimanî Xebatê hat kirin.”

Rehimiyê li ser dema êrişan diyar kir ku demjimêr 10:10î dest bi êrişan hatiye kirin û kampa wan 3 caran hatiye armancgirtin.

Wê her wiha eşkere kir ku di êrişan de ti zererên canî çênebûne û tenê zererên madî gihîştine kampê.

Êrişa li kampa Cêjnîkanê

Endamekî Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ji Rûdawê re got:

“Bi dronekê êrişî kampa Cêjnîkanê ya li parêzgeha Hewlêrê hat kirin lê ti zererên canî çênebûn.”

Li Silêmaniyê Kampa Zirgwêzeleyê hat armancgirtin

Li parêzgeha Silêmaniyê jî Kampa Zirgwêzeleyê hat armancgirtin ku malbatên Pêşmergeyên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê lê dimînin.

Berpirsê Pêwendiyan ê Komelaya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Elî Rencberî ji Rûdawê re ragihand:

“Saet 9:30î bi 2 dronan êrişî Kampa Zirgwêzeleyê hat kirin.

Di êrişê de ti zererên canî çênebûn û tenê zererên madî gihîştin kampê.”

Amarên êrişan

Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, piştî agirbestê bi 72 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Ji destpêka şer ve, Komara Îslamî ya Îranê bi zêdetirî 81 êrişan kampên Komeleyê û bi 126 mûşek û dronan jî kamp û navendên tenduristiyê yên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) kiriye armanc.

Bi giştî ji 28ê Sibata borî ve heta niha, Herêma Kurdistanê rûbirûyî 735 êrişên bi dron û mûşekan bûye ku zêdetirî 68an ji wan êrişan piştî ragihandina agirbestê hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst