Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu ji Rûdawê re got ku seferên asmanî yên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de vegeriyane rewşa asayî.
Rêyên Asmanî yên Tirkiyeyê dê ji destpêka meha pêşiya me ve dest bi sefera xwe ya duyem a rojane bike.
Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu ji Rûdawê ji Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê re diyar kir ku ji bo berdewambûna bazirganiya bejahî "gelekî girîng" e ku Hewlêr û Bexda li ser pergala gumrukê li hev bikin.
Topçu bi bîr anî ku Deriyê Îbrahîm Xelîlê deriyê duyemîn ê herî qerebalix ê cîhanê ye lewma ev mijar gelekî hestiyar e.
"Şirketên asmanî neçar man seferên xwe rawestînin"
Erman Topçu amaje bi bandora şerê dawî yê Îranê kir û got:
"Tiştên ku di wê demê de qewimîn gelekî nexweş bûn.
Asman hat girtin û hemû şirketên asmanî neçar man ku seferên xwe rawestînin."
Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê piştrast kir ku tevgera asmanî dîsa asayî bûye û anî zimên:
"Niha, spas ji Xwedê re, Rêyên Asmanî yên Tirkiyeyê, Pegasus û Ajetê dest bi seferên xwe yên ji Hewlêrê ber bi Stenbolê ve kiriye.
Seferên Rêyên Asmanî yên Tirkiyeyê û Pegasusê rojane ne."
Topçu her wiha ragihand, "Rêyên Asmanî yên Tirkiyeyê dê 2yê Hezîranê dest bi sefera xwe ya duyem a rojane bike."
Erman Topçu diyar kir, "Niha jî hinek êrişên dronan didomin û ev yek ji bo hemû şirketên asmanî cihê dilgiraniyê ye" lê ragihand ku niha sefer bi awayekî rojane tên kirin.
Bazirganiya bejahî û pirsgirêkên li gumrukê
Konsulê Tirkiyeyê li ser bazirganiya bejahî jî bal kişand ser girîngiya Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîlê û got:
"Eger mirov li hejmara derbasbûnên bejahî binêre, Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl/Pêşabûrê piştî sînorê Amerîka û Meksîkayê deriyê sînorî yê duyem ê herî qerebalix ê cîhanê ye."
Topçu çareseriya pirsgirêkê bi lihevkirina Hewlêr û Bexdayê ve girê da û got:
"Tiştê girîng ew e ku divê Hewlêr û Bexda li ser pergala ASYCUDAyê û rênimayên gumrukê li hev bikin.
Em heman peyamê ji Bexda û Hewlêrê re jî dişînin. Tiştê herî girîng ev e."
Konsulê Tirkiyeyê diyar kir ku ji ber guherînên li herêmê û vegera Sûriyeyê, "Dema ku şirket astengî û dorpêçan dibînin, li rêyên din digerin. Hûn nikarin rê li ber herikîna pereyan bigirin."
Topçû di dawiyê de wî anî zimên, "Ji ber vê yekê niha gelekî girîng e ku Hewlêr û Bexda li hev bikin û rê bidin da ku bazirganî bidome.
Niha ji ber rûdanên Îranê gelekî girîng e ku ev korîdor û ev bazirganî bêyî rawestandin bidome."
Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu pirsên Rûdawê bersivandin:
Rûdaw: Gelekî spas Birêz Konsul. Ez dixwazim vê yekê bipirsim, hejmara niha ya seferên ji Herêma Kurdistanê ber bi Tirkiyeyê ve çend e û li gorî dema şerê Îranê çi qas zêde bûye?
Erman Topçu: Gelekî spas. Wekî tu dizanî, ew rewşeke nexweş bû. Tiştên ku di wê demê de qewimîn gelekî nexweş bûn. Şer bi xwe wêranker bû û li vir li Herêma Kurdistanê jî hinek encamên wê çêbûn. Ji ber vê yekê asman hat girtin û hemû şirketên asmanî neçar man seferên xwe rawestînin. Lê niha, spas ji Xwedê re, Rêyên Asmanî yên Tirkiyeyê, Pegasus û Ajetê dest bi seferên xwe yên ji Hewlêrê ber bi Stenbolê ve kiriye.
Seferên Rêyên Asmanî yên Tirkiyeyê û Pegasusê rojane ne. Ajetê jî dest pê kiriye lê hîn ne rojane ye. Rêyên Asmanî yên Tirkiyeyê dê 2yê Hezîranê dest bi sefera xwe ya duyem a rojane bike. Eger em li rewşa niha binêrin, hîn jî hinek êrişên dronan didomin û ev jî ji bo hemû şirketên firokevaniyê cihê dilgiraniyê ye. Lê dîsa jî niha sefer rojane tên kirin.
Rûdaw: Gelo rewşa Deriyê Sînorî yê Rebîayê çawa ye? Plana Tirkiyeyê ji bo zêdekirina bazirganiya di vî sînorî re çi ye? Gelo hûn difikirin ku bazirganiya bi rêya vî deriyî berfireh bikin?
Erman Topçu: Ya yekem û girîng ew e ku divê Hewlêr û Bexda, anku hikûmeta federal a vê derê û hikûmeta navendî, li ser pergala ASYCUDAyê û rênimayên gumrukê li hev bikin. Em heman peyamê didin Bexda û Hewlêrê jî. Tiştê herî girîng ev e. Bi qasî ku ez dizanim dan û standin gihiştine qonaxeke baş.
Bi hikûmeta nû ya li Bexdayê re dê gotûbêj zêdetir bibin. Lê bi rastî ev xala herî girîng e çimkî ez dikarim bibêjim Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl - Pêşabûrê, eger hûn li hejmara derbasbûnên bejahî binêrin, piştî sînorê Amerîka û Meksîkayê duyemîn deriyê bejahî yê herî qerebalix ê cîhanê ye. Çûn û hatina barhilgiran li wê derê gelekî kêm bûye. Ji ber vê nîqaşê niha hejmar gelekî kêm e.
Ya girîng ew e ku Hewlêr û Bexda li hev bikin. Em di gotûbêjên xwe yên bi rayedarên hikûmeta navendî û li vir bi hikûmeta federal re jî tekez dikin ku ev yek gelekî girîng e. Li aliyê din, bê guman piştî ku Sûriye vegeriya ser dika herêmê, ev ne tenê bi siyaset û ewlehiyê ve girêdayî ye. Ev aboriyê jî li xwe digire. Di warê aborî, deriyên bejahî û korîdorên veguhastinê de Sûriye hêdî hêdî vedigere nava herêmê.
Ev ne tenê li ser rêyên fermî ye, belkî dema ku şirket astengî û dorpêçan dibînin, li rêyên din digerin. Hûn nikarin rê li ber herikîna pereyan bigirin. Ji ber vê yekê niha gelekî girîng e ku Hewlêr û Bexda li hev bikin û rê bidin da ku bazirganî bidome çimkî niha ji ber rûdanên Îranê gelekî girîng e ku ev korîdor û ev bazirganî bêyî rawestandin bidome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse