Li Wanê pevçûna çekdarî: Kuştiyek û 2 birîndar

02-09-2025
RÛDAW
Nîşan Wan Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bergiriyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du malbatan de pevçûna bi çekan çêbû, di encamê de kesek mir û  2 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Bergiriyê di navbera du malbatan de nîqaş derket û paşê ev nîqaş vegeriya pevçûna bi çekan.

3 kes di pevçûnê de birîndar bûn.

Piştî agahdarkirinê, ambulans çû cihê bûyerê û birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Bergiriyê.

Ji birîndaran A.A. li nexweşxaneyê mir.

Tîmên ewlehiyê li taxê û li ber nexweşxaneya ku birîndar lê ne tedbîrên ewlehiyê wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst