Li Wanê du malbat ji ber erd pev çûn: Kuştî û birîndar hene

14-09-2025
RÛDAW
Nîşan Wan Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbakê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 2 malbatan ji ber erd bi çekan pev çûn û di encamê de kesek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan îro li gundikê Kevrê Şamiyayê yê navçeya Elbakê ya Wanê di navbera du malbatan de ji ber pirsgirêka erd nîqaş derket.

Piştî demek ji nîqaşê endamên her du malbatan bi çekan pev çûn.

Di pevçûnê de kesek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan xeter e.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmêm birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê.

Her wiha hêzên ewlehiyê jî derbarê bûyerê de dest bi lêpirsênê kir û ji bo desteserkirina kesên beşdarî şer pevçûnê kirinê jî dest bi xebatan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst