Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Dexl û Dan û Xizmetguzariya Bazirganiyê ya Sineyê ragihand ku îsal heta niha ji sedî 10ê genimê tevahiya Îranê ji cotkarên parêzgehê hatiye wergirtin û radestî sîlo û navendên taybet ên wergirtina genim hatiye kirin.
Birêvebiriya Dexl û Dan û Xizmetguzariya Bazirganiyê ya Sineyê Mûsa Erten ragihand, îsal ji destpêka werza dirûnê ve zêdetirî 800 hezar ton genim ji cotkarên parêzgehê hatiye wergirtin û kirîna genimê cotkaran li parêzgehê hîn jî berdewam e.
Mûsa Erten da zanîn ku heta niha ji sedî 10ê genimê tevahiya Îranê ji cotkarên parêzgeha Sineyê hatiye wergirtin ku piraniya wê ji bajarên Bîcar, Dîwandere, Qurwe, Dewlan û Seqizê bûye.
Her wiha ji sedî 9,3yê genimê tevahiya Îranê ji wan 5 bajarên parêzgehê bûye.
Erten her wiha got, li ser asta parêzgehê ji sedî 89ê genimê ku ji cotkaran hatiye kirîn, ji wan 5 bajaran bûye û ji sedî 11ê din jî ji bajarên Sine, Kamyaran, Bane, Merîwan û Sewlawayê bûye.
Erten destnîşan kir ku li bajarê Bîcarê 209 hezar û 307 ton, li Dîwandereyê 140 hezar û 225 ton, li Qurweyê 129 hezar û 521 ton, li Dewlanê 116 hezar û 540 ton û li Seqizê jî 114 hezar û 295 ton genim ji aliyê cotkaran ve radestî sîloyan hatiye kirin.
Erten derbarê dayîna pereyê genimê cotkaran anî ziman ku nirxê giştî yê genimê ku ji cotkarên parêzgehê hatiye wergirtin 16 trîlyon û 600 milyar tumen bûye û heta niha ji sedî 94ê pereyê ku dike 15 trîlyon û 519 milyar tumen, hatiye dayîn.
Birêvebiriya Çandiniyê ya Parêzgeha Sineyê pêşbînî dike ku berhema genim a îsal li wê parêzgehê bigihêje milyonek tonî.
Hikûmeta Îranê biryar daye ku îsal her kîloyek genim bi 20 hezar û 500 tumenî (nêzîkî 19 sentan) ji cotkaran bikire.
Par, hikûmetê her kîloyek genim bi 17 hezar û 500 tumenî (wê demê dikir 24,5 sent û niha dike 16 sent) ji cotkaran dikirî.
Li gorî pêşbîniyên Wezareta Çandiniyê ya Îranê, îsal berhema genim li wî welatî dê di navbera 10 û 11 milyon tonî de be ku li gorî par ji sedî 30 kêmtir e.
Pêdiviya Îranê salane bi 12 milyon ton genim heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse