Mesrûr Barzanî bi heyeteke Tirkiyeyê re pêvajoya aştiyê gotûbêj kir

02-09-2025
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Alî Riza Guney Tirkiye Sûriye Kurd Pêvajoya Aştiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Birêvebirê Giştî yê Kar û Barên Îraq û Îranê yê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Alî Riza Guney rewşa Sûriyeyê û pêvajoya aştiyê gotûbêj kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şandyeke Tirkiyeyê ya bi serokatiya Birêvebirê Giştî yê Kar û Barên Îraq û Îranê yê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Alî Riza Guney qebûl kir.

Serokweziriya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya di civînê de Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu jî amade bû.

Di civînê de behsa bipêşxistina pêwendiyên dualî yên li ser bingeha berjewendiyên hevbeş û rewşa giştî ya Îraq û herêmê hat kirin.

Di beşeke din a civînê de, rewşa giştî ya Îraqê û pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hatin nirxandin.

Hat tekezkirin ku divê pirsgirêk li gorî destûrê bên çareserkirin û mafên destûrî û para budceyê ya Herêma Kurdistanê were misogerkirin.

Mafên Kurdan li Sûriyeyê û pêvajoya aştiyê

Bipêşketinên dawî yên li Sûriyeyê û paşeroja wî welatî mijareke sereke ya hevdîtinê bû.

Li gorî daxuyaniyê "tekezî li ser girîngiya parastin û garantîkirina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên din ên Sûriyeyê hat kirin.”

Her wiha, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û gavên ku di vî warî de tên avêtin jî hatin gotûbêjkirin û li ser girîngiya aramiya herêmê rawestiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst