Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel pêwendiyê Hewlêr û Parîsê gotûbêj kir
Nêçîrvan Barzanî û Durel her wiha behsa serdana çaverêkirî ya Emmanuel Macron a ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê kir.
Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel civiyan.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêwendiyên di navbera Fransa, Îraq û Herêma Kurdistanê de bi girîng hatin nirxandin û tekezî li ser berfirehkirina hevkariya hevbeş hat kirin.
Di heman çarçoveyê de behsa serdana çaverêkirî ya Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê jî hat kirin.
Rewşa giştî ya navxweyî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê li gel welatên cîran, hilbijartinên giştî yên pêşerojê yên Îraqê û pêşhatên dawî yên herêmê, mijarên din ên civînê bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse