Amed (Rûdaw) - Bi boneya 1ê Îlonê Roja Cîhanî ya Aştiyê li Amedê bi pêşengiya, DBP, DEM Partî, Platforma Ked û Demokrasiyê û Platforma Saziyên Demokratîk meşeke girseyî hat lidarxistin.
Di meşa ku piştî demeke dirêj bi beşdariyeke wisa qelebalix pêk hat de, bi hezaran kesî daxwaza aştî û çareseriyeke demokratîk kir.
Meşê ji ber Girtîgeha Amedê ya ku salên 80yî bi şkenceyan dihat naskirin dest pê kir û heta taxa Ofîsê bi dirûşmayên "Ji bo civakeke demokratîk deng bide aştiyê" berdewam kir.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogulari, Hevserokê Giştî yê DBPyê Keskîn Bayindir, Dayîkên Aştiyê û nûnerên gelek saziyên civaka sivîl di refên herî pêş ên meşê de cih hazir bûn.
Hatîmogullari: Divê Komîsyon bi Ocalan re bicive û girtiyên siyasî berde
Tulay Hatîmogullariyê di axaftina xwe de bal kişand ser xebatên Komîsyonê û got, "Em xebatên Komîsyonê bi qîmet dibînin lê em li benda xebateke ciddîtir, berbiçavtir û armancdar in."
Hevseroka DEM Partiyê di berdewamiyê jî de got:
"Gava herî şênber ew e ku Komîsyon bi Birêz Ocalan re hevdîtinekê pêk bîne.
Ji bo pêvajoya çekdanînê bi awayekî tendurist bi dawî bibe, divê guherînên hiqûqî û yasayî werin kirin û yasayeke taybet ji bo vê pêvajoyê were derxistin.
Divê yasaya qeyûman were betalkirin, şaredariyên hatine desteserkirin werin vegerandin û şaredarên girtî li karên xwe vegerin.
Divê biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê werin bicihanîn û Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyên Doza Kobaniyê bi lez werin berdan."
Meşeke qelebalix bi beşdariya CHPyê
Çalakiya îsal bi beşdariya xwe ya berfireh bal kişand.
Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî li gel komeke alîgirên partiya xwe bi alayên CHPyê tevlî meşê bû û piştgirî da daxwazên aştiyê.
Hevserokê Giştî yê DBPyê Keskîn Bayindir jî di axaftina xwe de got, "Gelê Kurd dixwaze li ser axa xwe, di welatê xwe de, bi zimanê xwe û bi jiyaneke birûmet û aştiyane bijî. Ev derfet heye."
Siyasetmedara Kurd Ayla Akatê jî got, "Heger Tirkiye karibe aştiya xwe ava bike, ew dê ji bo Rojhilata Navîn bibe mînak."
Meşa girseyî piştî axaftinan bi gerandina govendê û dirûşmeyan bi dawî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse