Hewlêr (Rûdaw) - HAK PAR di peyamekê de bi boneya koça dawî ya Derwêşê Sedo got, “Mam Derwêş dozger û şahid û têkoşerê doza azadiya Kurdistanê bû.”
Partiya Maf û Azadiyan (HAK PAR) bi boneya koça dawî ya yek ji damezrînerên Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye Derwêşê Sedo peyameke sersaxiyê belav kir.
Di peyama HAK PARê de tê gotin, “Heyf û korayî ku welatperwerê Kurd, damezrînerê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê, (PDKT) dildar û dozgerê azadiya miletê Kurd Derwêş Akgül (Derwêşê Sedo) jiyana xwe ji dest da. Em pir xemgîn in.”
HAK PAR dibêje, “Mam Derwêş dozger û şahid û tekoşerê doza azadiya Kurdistanê bû. Bê westan 60 sal bû ku di nav kar û barê Kurdayetiyê de bû. Derwêşê Sedo yek ji xizmetkar û xebatkar û damezrênerê PDKT bû.”
Her di wê peyama HAK PARê de amaje bi wê tê kirin, “Mam Derwêş bi şewba Covîd- 19 ketibû. Li nexweşxana Batmanê tedawi dît û paşî di mal de di karantînayêde bû. Mixabin ku îro jiyana xwe ji dest daye. Bila serê malbatê, hezkiryan, nas û dostan, hevrê û hevalan sax be. Bila serê miletê Kurd sax be.”
Di dawiya peyamê de hatiye gotin, “Em wek HAKPAR êşa malbata Akgül parve dikin, sebir û metanetê ji wan re daxwaz dikin. Rûhşad be Mam Derwêş, oxira te a xêrê be.”
Damezrînerê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye Derwêşê Sedo ji ber nexweşiya koronayê li nexweşxaneyeke Êlihê koça dawiyê kir.
Derwêşê Sedo ku yek ji damezrînerên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû li Bakurê Kurdistanê, di 12ê Îlonê de bi nexweşiya Covid-19 ketibû. Ji bo dermankirinê ew li bajarê Êlihê rakiribûn nexweşxaneyeke taybet.
Piştî dermankirina 8 rojan Derwêşê Sedo bi ser xwe ve hatibû û ew şandibûn mala wî. Lê 3 roj piştî başbûna xwe ji nişka ve rewşa wî dîsa giran bibû û careke din ew bo nexweşxaneya taybet a bajarê Êlihê hatibû veguhastin. Derwêşê Sedo piştî dermankirina 6 rojan li nexweşxaneyê îro jiyana xwe ji dest da.
Kurê Derwêşê Sedo Azad Akgul, ji Rûdawê re diyar kir ku ew ê niha cenazeyê bavê xwe ji Êlihê bibin gundê wî Bêkenda li ser Misircêya Sêrtê û wî veşêrin. Kurê wî Azad Akgul, da zanîn ku ew ê termê bavê xwe li ba termê bapîrê xwe Sedo çêkin û wiha got: "Bila serê gelê Kurd, serê Kurd û Kurdistanê sax be."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse