Derwêşê Sedo cara duyemîn rakirin nexweşxaneyê

02-10-2020
RÛDAW
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Damezrînerê Partiya Demokrata Kurdistanê Derwêşê Sedo ji ber nexweşiya koronayê cara duyemîn rakirin nexweşxaneyê.

Yek ji damezrînerê Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK ku li Bakurê Kurdistanê ava kiriye Derwêşê Sedo, di 12'ê îlonê de bi nexweşiya covid-19 koronayê ket. Ji bo dermankirinê ew li bajarê Êlihê rakirin nexweşxaneyeke taybet. Piştî dermankirina 8 rojan Derwêşê Sedo bi ser xwe ve hat û ew şandin mala wî. Lê 3 roj piştî başbûna xwe ji nişka ve rewşa wî dîsa giran bû û careke din ew hewaleyî nexweşxaneya taybet a bajarê Êlihê kirin. Ev 6 roj in ku Derwêşê Sedo li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Kurê Derwêşê Sedo Azad Akgul, derbarê rewşa dawî ya bavê xwe de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re  diyar kir ku tu pêşketineke berbiçav xuya nake. Bavê wî hê jî di beşa lênihêrtina lezgîn ango beşa nexweşiyên giran de tê dermankirin. Ji ber ku nikare bi hêsanî bînê bide û bistîne, amûra bînê dane wî. Bêyî amûra bînê bîna wî diçike. Azad Akgul dibêje her çiqas rewşa bavê wî niha stabîl jî be wan hêviya xwe wenda nekiriye.

Derwêşê Sedo kî ye?

Derwêşê Sedo di sala 1934'an de li navçeya Misircê (Gurdilan) a bi ser bajarê Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê hate dinyayê. Wî di ciwaniya xwe de bi hin hevalên xwe re Partiya Demokrat a Kurdistanê li bajarên Bakurê Kurdistanê damezrand. Ji sala 1975'an ve di nava PDK'ê de kar dike. Wî gelek caran PDK'iyên ku dihatin nefîkirin li mala xwe hewand, alîkariya wan kir û palpiştiyeke mezin da PDK'ê. Di sala 2010'an de, di 13'emîn Kongreya PDK'ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi Nîşaneya Barzanî hate xelatkirin. Derwêşê Sedo li Bakurê Kurdistanê yekem kes e ku bi vê nîşaneyê tê xelatkirin. Derwêşê Sedo 86 salî ye û bavê 4 keç û 3 kuran e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst