Hewlêr (Rûdaw) - Welîd Faris ragihand ku HSD dê di nava artêşeke "cîhadî" de nehele û paşeroja wê dê li ser "rêya Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê" be.
Şêwirmendê berê yê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Welîd Faris li ser hesabê xwe yê Xê derbarê paşeroja Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nêrînên xwe parve kirin.
Welîd Faris diyar kir ku 2 senaryo ji bo paşeroja HSDyê hene û her du senaryo jî statuyeke fermî didin.
Şêwirmendê berê yê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Welîd Faris di parvekirina xwe de got:
“HSD dê bibe nobedarê neteweyî yê herêmeke federal a bakurrojhilatê Sûriyeyeke demokratîk an artêşeke neteweyî ya komareke nû.
Ew dê di nava 'Artêşa Erebî ya Sûrî' ya cîhadî de nehele.
Paşeroja wê dê li ser rêya Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê be.”
SDF will become the national guard of a federated NE region of a democratic Syria or a national army of a new republic.
— Dr Walid Phares (@WalidPhares) October 2, 2025
It won't be dissolved in a Jihadi "Syrian Arab Army." Its future will be on the path of the Peshmerga of the KRG.
Piştî rûxîna rejîma Beşar Esed, nîqaşên li ser paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, statuya HSDyê û Rêveberiya Xweser di rojeva sereke ya herêmê û cîhanê de ne.
Birêvebiriya nû ya li Şamê dixwaze artêşeke yekgirtî ava bike û hemû komên çekdar tevlî wê artêşê bibin lê HSD û Rêveberiya Xweser dixwazin di çarçoveya sîstemeke nenavendî de hêza xwe ya leşkerî biparêzin.
Mînaka "Pêşmergeyan" ku Welîd Faris qalê kiriye, amajeyeke rasterast e ji bo statuyeke destûrî û fermî.
Hêza Pêşmergeyan li gorî destûra Îraqê wekî hêza fermî ya parastina Herêma Kurdistanê hatiye nasîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse