Nexweşiya Îsmaîl Beşîkçî Kurd anîn ba hev

02-10-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan Îsmaîl Beşîkçî Amed Kurd Nexweşî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Civaknas û nivîskarê Tirk Îsmaîl Beşîkçî yê ku wekî “dostê Kurdan” tê naskirin, piştî ku li Amedê nexweş ket, bû xaleke hevgirtinê ji bo aliyên siyasî û firaksiyonên cuda yên Kurdan.

Nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û kesayetên ku wekî hev nafikirin, ji bo serdanê berê xwe didin nexweşxaneyê û li ser heman maseyê rûdinin.

Îsmaîl Beşîkçî 27ê Îlonê dema ku beşdarî Festîvala 9emîn a Belgefîlman a FîlmAmedê bûbû, li ser dikê xwîn rija ser mejiyê wî.

Ji wê rojê ve li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tê dermankirin û çûn û hatina serdanan qet ranaweste.

Li ber nexweşxaneyê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo kesên ku tên serdana Beşîkçî kon vedaye û xizmeta çay, av û qehweyê pêşkêş dike.

DEM Partî jî ji nêz ve rewşa tenduristiya Beşîkçî dişopîne.

"Ji her çar parçeyên Kurdistanê gelek mirov hatin"

Birêveberê DEM Partiyê yê Amedê Firat Yuksektepe got:

"Ji her çar parçeyên Kurdistanê gelek mirov hatin. Tu mêvanekî wî me li ser lingan nehişt.

Kîjan mêvanê wî hatiye bi hezkirineke mezin me pêşwaziya wan kir.

Di dema reş û giran de kes nedikarî navê Kurdan bibêje, wî hevaltiya Kurdan kir. Bû deng ji bo Kurdan.

Bi nivîskariya xwe, bi pirtûkên xwe, herçar parçeyên Kurdistanê, Kurdan li cîhanê da naskirin."

Tirkek, hemû Kurd li hev civandin

Li ber nexweşxaneyê lênûskek jî hatiye danîn da ku kesên tên serdana Beşîkçî raman û hestên xwe tê de binivîsin.

Ji hemû partî û firaksiyonên cuda yên Kurdan, sazî û dezgehên sivîl, gelek kesên ku wekî hev nafikirin li dora Beşîkçî bûne xelek.

Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz jî wiha anî zimên:

"Fikir û ramanên Beşîkçî neteweperwerî ne. Li ser vê esasê hemû Kurd tên ba hev.

Yên ku di dilê wan de Kurd û Kurdistan heye, azadiya Kurdan û Kurdistanê heye, ew li dora Beşîkçî dicivin."

Rewşa wî ya tenduristiyê baştir dibe

Li gorî agahiyên bijîşkan, xwîna ku rijiyabû ser mejiyê Beşîkçî niha rawestiyaye.

Ew ji beşa çavdêriya hûr derxistine û birine odeyeke asayî.

Aliyê wî yê rastê ji ber xwînrijandinê felc bûye, lê li gorî bijîşkan bi dermankirineke fîzîkî ya 3 mehan, dê aliyê wî yê rastê jî asayî bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst