Hewlêr (Rûdaw) - Civaknas û nivîskar Dr. Îsmaîl Beşîkçî, li Amedê di Festîvala 9emîn a Belgefîlman a FîlmAmedê de dema ku diaxivî ji nişka ve nexweş ket.
Beşîkçî ji aliyê tîmên tenduristiyê ve rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.
Dr. Îsmaîl Beşîkçî li Festîvala 9emîn a Belgefîlman a FîlmAmedê di dema nîşandana belgefîlma 'Bizim Îsmaîl/Îsmaîlê Me' a li ser jiyana wî de diaxivî û ji nişka ve nexweş ket.
Tîmên tenduristiyê çûn salona festîvalê û piştî midaxeleya destpêkê, Beşîkçî ji bo kontrol û tedawiyeke berfireh sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê kir.
Li gorî agahiyên ku nivîskar Ercan Îlgîn ê li cihê festîvalê bû da Rûdawê, xwîn rijiyaya ser mêjiyê Îsmaîl Beşîkçî û piştî midaxeleya destpêkê ew rakirine beşa lênêrîna awarte.
"Niha li beşa lênêrîna awarte ya servîsa lezgîn e"
Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu çû nexweşxaneyê.
Tanrikulu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û ev tişt gotin:
“Ez ji bo mamosteyê me Îsmaîl Beşîkçî niha li Servîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê me.
Kêliyek berê min ew dît; bîra wî li cih e û bertekan nîşan dide.
Îro mamosteyê me, ji bo belgefîlma 'Bizim Îsmaîl' li Festîvala FilmAmedê bû.
Mixabin di dawiya belgefîlmê de li ser sehnê nexweş ket.
Li gorî tespîtên bijîşkan, xwîn rijiyaye ser mêjiyê wî.
Min bi serekbijîşk û bijîşkên ku rewşa wî dişopînin re hevdîtin kir.
Li vir bi awayekî herî baş midaxele lê tê kirin.
Niha li beşa lênêrîna awarte ya servîsa lezgîn e û îhtimal e ku wî bibin beşa lênêrîna awarte ya norolojiyê.
Ez şifaya lezgîn ji mamosteyê me re dixwazim.
Gelek hezkirî, dost û Amediyên mamosteyê me li vir, li zanîngehê li gel wî ne.
Li Zanîngeha Dîcleyê bi awayekî herî baş rewşa wî tê şopandin.
Ji bo ku kesên meraq dikin agahdar bibin min ev parvekirin kir.
Ji Amedê silav û hezkirin ji we hemûyan re.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse