Amerîka: Em dixwazin ji bo yekîtiya Kurdan partiyên siyasî nêzîkî hev bikin

02-11-2022
RÛDAW
Nîşan Foruma MERI 2022 Meri Hewlêr Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski ragihand ku têkiliyên Amerîka bi Herêma Kurdistana Iraqê re gelek xurt in û got: “Em dixwazin ji bo yekîtiya Kurdan partiyên siyasî nêzîkî hev bikin.” Balyozê Îtalya li Iraqê Maurizio Greganti jî tekez kir ku aramiya Iraqê tê wateya aramiya navçeyê. Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Ville Varjola jî amaje bi wê yekê kir ku ew ji bo pêşxistina Iraqê dudilî nebûn.

Foruma Enstîtuya Lêkolînên Rojhilatê Navîn (MERI) a bin navnîşana "Iraq bo Hemûyan” a li Hewlerê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê berdewam e.

Di Panela nehem a Foruma MERI ya bi navnîşana "Krîzên piralî yên Iraqê: Karê herî li pêş û perspektîfên hevpeymanên navdewletî" de parlementera berê ya Iraqê Tanya Gili Xeylani karê moderatoriya kir û Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski û Balyozê Îtalyayê li Iraqê Maurizio Greganti têde beşdar in û Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Ville Varjola weke axaftavan tê de beşdarî kirin.

Romanowski: Em li vir dimînin

Balyoza Amerîka li Iraqê got ku Amerîka dê berdewam be li ser peywendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê û dê li navçeyê bimînin û  dest ji vê navçeyê bernadin.

Alina Romanowski got: “Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê hevbeşên stratejîk ên Amerîka ne û roleke giring di hevkêşeyên navçeyê de hene.  Amerîka naçe çi devereke din û dest ji vê navçeyê bernade. Weke hûn dizanin Serok Biden gelek caran ev yek dubare kiriye û gotiye, Amerîka li vir e û em hevbeşekî navçeyê ne û em li vê navçeyê dimînin. Amerîka ji herêmê dernakeve. Serok Biden ev yek dubare kir. Ji bo wan kesan dibêjim ku nîgeran in. Amerîka li vê navçeyê ye û hevbeşên me li navçeyê hene.”

Romanowski diyar kir ku ew dixwazin peywendî û hevahengiya wan li gel hikûmeta nû ya Iraqê hebe, ew peywendî dê li ser bingeha rêkeftina stratejîk a sala 2008ê be wiha pê de çû: “Rêkeftina sala 2008an rêkeftineke stratejîk bû. Vê rêkeftinê derfet da me ku em di gelek warên wek perwerde, avhewa, çand û ewlehiyê de bi hev re bixebitin. Bi hikûmeta nû ya Iraqê re em dixwazin derbarê guhertina avhewayê de bi hev re kar bikin ku krîzeke navdewletî û cîhanî ye, Iraq yek ji wan welatan e ku bi dijwarî tûşî wê dibe.”

Bi gotina Romanowski Herêma Kurdistanê roleke mezin dibîne di serkeftin an şikista hikûmeta nû ya Iraqê de û ew dibêje: “Ji bo ku Iraq serkeve divê Bexda û Hewlêr bi hev re kar bikin, çareseriyên hevbeş bo wan mijaran bibînin ku nakokî li ser hene. Serokwezîrê nû yê Iraqê Sûdanî diyar kir ku ew dê li dijî gendeliyê têbikoşin, herwiha got ku dê sektora taybet pêş bikeve. Sektora taybet li Iraqê dikare pêş bikeve.”

Romanowski anî ziman ku ew  daxwaz dikin Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî sozên xwe pêk bînin

Balyoza Amerîka li Iraqê tekez kir ku têkiliyên Amerîka bi Herêma Kurdistana Iraqê re gelek xurt in û got: “Ji ber vê yekê em dixwazin bibin şirîkek pir baş û bikarin aliyên siyasî ji bo pêkanîna yekîtiyeke bihêz a Kurdî li hev nêzîk bikin, ji ber ku ew pir girîng e. Pir giring e ku hevalên me yên Kurd nav mala xwe rêk bixin, ji ber ku eger di navxwe de yekgirtî bin li Bexdayê dengê wan bihêz dibe, herwiha rê li ber aliyê derekî digre ku destwerdanê bike û nearamiyê li Herêma Kurdistanê derxîne.”

Herwiha Romanowski eşkere kir ku Amerîka bi awayekî taybet giringî dide Hêzên Pêşmerge û got: “Em dixwazin hevkariyên ewlehiyê li gel Pêşmerge zêde bikin û piştgiriya çaksazî û rêkarên dijî gendeliyê bikin. Divê hikûmeta nû ya Iraqê jî bi heman awayî li nêzîkî hêzên ewlehiyê bibe.”

Balyozê Îtalya: Aramiya Iraqê aramiya navçeyê ye

Balyozê Îtalya yê li Iraqê Maurizio Greganti jî diyar kir ku ev nêzîkî salek e li Iraqê kar dike û got, “Aramiya Iraqê aramiya herêmê ye. Di heman demê de ewlekariya Iraqê ewlekariya Ewropayê ye."

Têkildarî binpêkirina serweriya Iraqê ji aliyê welatên cîran ve Maurizio Greganti got: “Hêzên ewlehiyê yên li vir çiqas lawaz bin, parastina yekparçeyiya axê jî zehmetir e.”

Greganti tekez kir ku di siyaseta Îtalyayê ya derbarê Iraq û Rojhilata Navîn de ti guhertin çênabe û got: “Hikûmetên me, çi rastgir an jî çi çepgir bin, ji bo serxistina peywendiyên li gel Iraqê kar dikin. Me têkiliyên xwe yên bi Iraqê re ku dostane ne, xurt kirin; Hemû berjewendiyên me di serkeftina Iraqê de ne. Îtalya her tim li Iraqê bû ji bo piştgiriya vî welatî. Aramî bi demokrasiyê ve girêdayî ye.”

Balyozê Îtalyayê yê li Iraqê, diyar kir ku ew li Iraqê pêşengiya NATOyê dikin û di heman demê de di nava hevpeymaniya li dijî DAIŞê de cih digirin û got, " Em dê alîkariya  Pêşmerge dikin daku bikarin bi awayekî baştir berevaniyê bikin û xwe biparêzin. Me perwerdeya leşkerî daye bi sedan pêşmergeyan.”

Balyozê Yekîtîya Ewropa: Em girîngiyê didin Herêma Kurdistanê

Balyozê Yekîtîya Ewropa li Iraqê Ville Varjola jî diyar kir ku ew em bi awayekî aktîf beşdarî ji nû ve avakirina wan deveran bûne ku ji aliyê DAIŞê ve hatine wêrankirin û got: “Em dê alîkariya Iraqê bikin daku baştir çavkaniyên xwe bi kar bîne. Em bi hevkarên xwe re ji bo pêşxistina aboriya Iraqê kar dikin.”

Ville Varjola anî ziman ku Yekîtiya Ewropayê yekîtiyeke demokratîk e û got: “ Biryarên xwe li gorî civaka Ewropayê digire. Em wek Yelîtiya Ewropayê giringiyê didin Iraq û Herêma Kurdistanê. Şerê Ukraynayê bandor li Iraqê jî kiriye. Iraq xwedî çavkaniyên mirovî yên pir dînamîk û zindî ye. Yekîtiya Ewropayê bi taybetî piştgirî da herêmên şer, pekhateyên li welat û bernameyên alîkariyê yên jinan.”

Varjola amaje bi wê yekê kir  pirsgirêka koçberiyê ya li Rojhilata Navîn bandorê li endamên Yekîtiya Ewropayê dike û got: “Em piştgiriya koçberiya yasayî dikin. Welatên endamên Yekîtiya Ewropayê bi hev re biryaran xwe didin.”

“Em ji ber gefên li ser Kurdistanê nîgeran in”

Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê herwiha diyar kir ku faktorên ku rê li ber pêkanîna Peymana Şengalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de digirin hene û ji bo rakirina van astengiyan bi her du aliyan re dixebitin.

Romanowski di bersiva pirsa Peyamnêrê Rûdawê Peyam Serebst de a derbarê êrîş û gefên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê û pêngavên Amerîkayê yên li dijî wê de got: “Em van êrîşên ku ne tenê li Iraqê, li tevahiya Rojhilata Navîn bûne sedema bêaramiyê bi tundî şermezar dikin. Em ji ber gefên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê gelekî nîgeran in. Em bi derfetên xwe yên dîplomatîk û leşkerî li ser vê mijarê pêşîlêgirtina nîqaş dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst