Bi dron û mûşekan êrişî kampên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê hat kirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Koye Sûrdaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi dronan êrişî Kampa Azadiyê ya li Koye û bi mûşekan êrişî kampa Sûrdaşê hat kirin.

Hate ragihandin ku di vê êrişê de ti zerereke canî çênebûye.

Êrişa li ser kampa PDKIyê

Endamê Desteya Kargêrî û Berpirsê Navenda Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Kawa Behramî ji Rûdawê re got, “Êvara îro bi 2 dronan êrişî Kampa Azadiyê hat kirin ku ew kamp cihê jin û zarokên Pêşmergeyên Partiya Demokrat e.”

Li gorî agahiyên ku Kawa Behramî daye, di encama vê êrişê de ti zerereke canî çênebûye û tenê zerereke madî gihîştiye kampê.

Êrişa li ser kampa Komeleyê ya li Sûrdaşê

Her wiha îro saet 16:00an bi moşekekê êrişî kampa Komeleyê ya li Sûrdaşê jî hat kirin. Di vê êrişê de depoya ava kampê hat hedefgirtin.

Endamekî serkirdayetiya Komeleyê jî li ser zererên êrişê ji bo Rûdawê got:

“Ji ber ku kamp berê bi temamî hatibû valakirin û ti malbat lê nemabû, di encama êrişê de ti zerereke canî çênebûye.”

Wî berpirsî her wiha da zanîn ku li gel mûşekbaranê, dronên çavdêriyê jî li ser asmanê herêmê firiyane.

Ew kampa li Sûrdaşê ku hatiye hedefgirtin, kampeke hevbeş a malbatên Pêşmergeyên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst