Hewlêr (Rûdaw) - Îro êvarê bi mûşekan êrişî Kampa Sûrdaşê hat kirin.
Kampa Sûrdaşê li sînorê navçeya Dokanê ya parêzgeha Silêmaniyê ye.
Endamekî serkirdayetiya Komeleyê dibêje ku depoya avê ya kampê hatiye armanckirin.
Îro derdora saet 16:00an bi mûşekan êrişî Kampa Komeleyê ya li Sûrdaşê hat kirin.
Endamekî serkirdayetiya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ji Rûdawê re ragihand ku êriş bi mûşekan hatiye kirin.
Ti ziyanên canî çênebûne
Endamê serkirdayetiya Komeleyê derbarê ziyanên êrişê de agahî dan û got:
"Di êrişê de ti ziyanên canî çênebûne. Ji ber ku kamp bi temamî hatiye valakirin û ti malbat tê de nemane."
Dron li asmanê Sûrdaşê digerin
Wî endamî her wiha diyar kir ku heta niha jî dronên çavdêriyê li asmanê Sûrdaşê digerin.
Kampa Sûrdaşê kampeke hevbeş a malbatên Pêşmergeyan e.
Ew malbat jî malbatên Pêşmergeyên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse