Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê û Parlamenterê berê yê HDPyê Osman Baydemir pêşwazî kir.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya herêmê û pêngavên pêvajoya çareseriya çareseriya ya hatin gotûbêjkirin û her du aliyan bîr û ramanên xwe li ser wan mijaran anîn zimên.
Bargeha Barzanî li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê, kesayet û siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê û Parlamenterê berê yê Tirkiyeyê Osman Baydemir pêşwazî kir.
Her du aliyan di hevdîtinê de derbarê rewşa siyasî ya herêmê û pêngavên pêvajoya çareseriya aştiyane ya li Tirkiyeyê de dan û standina bîr û ramanan kir.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse