Hewlêr (Rûdaw) Serok Mesûd Barzanî li Cizîra Botan tevlî Sempozyuma Navneteweyî ya Melayê Cizîrî bû û di merasîmê de gotarek pêşkêş kir.
Sempozyuma ku du rojin li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê tê lidarxistin rastî eleqeyeke mezin a akademîsyen, berpirssiyên siyasî lêkolîner û xelkê herêmê tê.
Serok Mesûd Barzanî jî tevî heyeteke ji Herêma Kurdistanê tevlî konferansê bû û di konferansê de gotarek pêşkêş kir.
Serok Barzanî di destpêka axaftina xwe de amaje bi peyamên Melayê Cizîrî kir û got:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Gelekî spas ji bo vê pêşwaziya germ.
Rojeke gelekî xweş e di jiyana min deku îro li Cizîrê me û li Konferansa Çarem a derbarê Melayê Cizîrî ku li ba me qutbekî gelekî mezin e beşdar bûme.
Spasiya Cenabê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê, Parêzgarê Şirnexê û hemû dam û dezgehên dewletê yên Şirnexê dikim.
Spas ji bo parlementerên birêz, spas ji bo cemawerê deverê, ji bo vê pêşwaziya germ û spasiya we hemûyan dikim.
Melayê Cizîrî stêrkeke geş e û ti carî naçe ava. Ser qafîleyê rêya Heq e. Helbestên Cizîrî ti carî kêm nabin.
Li Tekyaya Barzanê li hizûra Şêx Ahmedê Barzanî her tim helbestên Melayê Cizîrî dihatin xwendin û ev yek jî nîşan dide ku nêzîkatiyeke çawa ya ruhî di navbera wan de heye.
Çunkî rêka heq û heqîqetê yek e, her wekî Cizîrî jî gotiye:
'Sirrê wehdet j'ezel, girtiye heta bi ebed
Wahidek ferde bi zatî xu bibînin çi eded
Yek e derya tu bizan, qend û çi mewc û çi hubab
Di esil da hemî av e, çi av û çi cemed."
Piştî van lêkolînên ku ji bo me derxistî, diyar e Cizîrî di sala 1570yê da hatiye ser dinyayê û di sala 1640ê da çûye ber rehma Xwedê.”
Serok Barzanî di gotara xwe de bi awayekî eşkere piştgiriya xwe ya ji bo "Pêvajoya Çareseriyê" ya ragihand û spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan kir.
Serok Barzanî her wiha behsa kesayet, helbest û felsefeya Melayê Cizîrî kir û têkiliya ruhî ya di navbera Tekyeya Barzan û Melayê Cizîrî anî zimên.
"Em bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê"
Serok Barzanî di beşa dawî ya axaftina xwe de bal kişand ser guherînên li herêmê û pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê û got:
"Ez dixwazim îşaretekê bidim wê guherîna mezin a ku li mantiqeyê rû daye; pêvajoya aştiyê ye.
Em pir kêfxweş bûn ku vê pêvajoyê dest pê kir. Em dibînin vê carê pêvajo gelekî bi rêkûpêkî dest pê kir, çunkî milet û parlemento û hemû partî piştevanên dewletê ne."
Spasiya Erdogan û Ocalan
Serok Barzanî ji ber destpêkirina pêvajoya çareseriyê spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê kir û ji ber gavên erênî destxweşî li Abdullah Ocalan kir û got:
“Li vir ez pêwîst zanim spasiya Cenabê Serokkomar Birêz Erdogan, dewleta Tirkiyê, parlementoya Tirkiyê, miletê Tirkiyeyê bikim ku dergehê aştiyê vekir ku baştirîn dergeh û baştirîn xiyar e.
Her wiha destxweşiyê li Birêz Ocalan dikim ku ew jî pêngavên erênî avêtin."
Serok Barzanî amadehiya xwe ya ji bo alîkariyê jî anî zimên û got:
"Em jî bi hemû quweta xwe piştevanê vê proseya aştiyê ne. We çi ji me bê xwestin û ji destê me bê, em amade ne."
"Melayê Cizîrî stêreke geş e"
Serok Barzanî di destpêka axaftina xwe de pesnê Melayê Cizîrî da û diyar kir ku ew "Serqafileyê aşiqên rêya heq e" û got:
"Melayê Cizîrî stêreke geş e ku ti caran ava nabe. Helbestên Cizîrî ti caran kevin nabin. Hemû carê mirov dê wa texmîn bike ku taze tê gotin.
Serok Barzanî amaje bi helbesteke Melayê Cizîrî kir û ev beytên Mela xwendin:
'Bi dil ateş ji ceger buryan im
Lew perîşan û pir êşan im
Aşiqê nazik û mehbûban im
Tu mebîn bêser û bêsaman im
Gulbaxê Îremê Botan im
Şevçiraxê şevê Kurdistan im'
Têkiliya Barzan û Cizîrî
Serok Barzanî behsa wê yekê kir ku li Tekyeya Barzan girîngiyeke taybet bi Cizîrî dihat dayîn:
"Li Tekyeya Barzan, li huzûra Mewlana Şêx Ehmedê Barzanî her tim helbestên Cizîrî dihatin xwendin. Bo me derket ku çi nêzîkîyeke ruhî ya heye di navbera wan de."
Serok Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de amaje bi beyteke din a Melayê Cizîrî kir û ev beyta bilêv kirin:
“Piştê nadin du hezar xencer û tîr û rim û xişt
Me serî daniye rê û bi Xwedê bestiye pişt”
"Di tesewif û felsefeyê de şûreswar bû"
Serok Barzanî amaje bi kûrahiya zanîna Cizîrî kir û diyar kir ku ew di warê tesewifê de gihiştibû mertebeya "Fena Fîllah" û di felsefeyê de jî "şûreswar" bû.
Wî çend beytek ji Dîwana Cizîrî xwendin û şîrove kirin:
"Wehdetê mutleq mela nûr e di qelban jela.
Zûra divê meselê, ehlê dilan şubhe ma."
Serok Barzanî li ser van malikan got, "Wateya wê zor mezin e. Bes Melayê Cizîrî dikarî vê te'bîrê bike.
Serok Barzani amaje bi felsefeya heqîqetê ya Melayê Cizîrî jî kir û ev beytên wî anîn zimên:
‘Kes bi dadê me nepirsît, gile û dad çi ket
Te nebît daderesek, bêhûde feryad çi ket
Her giluseng dibit zêr, bi tedbîra hekîm
Qabiliyet ku nebît, hîkmetê ustad çi ket
Kan bi gewher çi biket, gewher eger pak nebît
Tu besîret te nebît, sîretê ejdad çi ket’"
"Min dê 'elema kelamê mewzûn '
Serok Barzanî amaje bi helbesteke Ehmedê Xanî jî kir û ew beytên Ehmedê Xanî yên ji bo Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran û Elî Herîrî nivîsîne wiha bilêvkirin:
"Alî bikira li banê gerdûn
Bîna ve ruha Melê Cizîrî
Pê hey bikira' Eliyê Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Hetta bi ebed bimayî heyran"
"Xwedê keremek mezin li vê deverê kiriye"
Serok Mesûd Barzanî bal kişand ser dîroka Cizîra Botan û Çiyayê Cûdî û got:
"Xwedê keremek mezin gel we kiriye li vê deverê. Cizîrî li vir rabûye û dîrok li vir durist bûye careka din. Çunkî wekî Xwedayê Teala di Quranê da gotiye: 'Westewet 'elel Cûdîyyî'.
Gemiya Nûh li vir hatuye xwarê. Ev ji bo we û bo me hemûyan cihê şanaziyeke mezin e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse