RIHA - Konsulê Amerîkayê çû serdana DEM Partiyê

02-12-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Konsolos Riha Edene Serdan Eric R. Mehler
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Edeneyê û şandeya pê re, li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê serdana Rêxistina Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) kir û derbarê pêvajoya çareseriyê de zanyarî wergirtin.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Edeneyê Eric R. Mehler û Berpirsa Kar û Barên Siyasî Minta Brodzinski îro li parêzgeha Rihayê çûn serdana Rêxistina DEM Pariyê.

Şandeya Amerîkayê li avahiya partiyê ji aliyê Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol û Hevserokê Rêxistina Rihayê Nîhat Demîrbîlekli ve hat pêşwazîkirin.

Mijara sereke 'pêvajoya çareseriyê' bû

Civîna di navbera şandeya Amerîkayê û rayedarên DEM Partiyê de nêzîkî 2 demjimêran ajot û ji çapemeniyê re girtî bi rê ve çû.

Hat ragihandin ku her du aliyan di civînê de derbarê pêvajoya çareseriyê de nêrînên xwe parve kirine.

Şandeya Amerîkayê diyar kir ku ew pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin û ew dê encamên van hevdîtinan ji navenda xwe re ragihînin.

"Hevdîtin gelekî bi fêde bû"

Piştî bidawîbûna civînê, Konsulê Amerîkayê Eric R. Mehler daxuyaniyeke kurt da û destnîşan kir ku hevdîtin gelekî bi fêde bûye.

Mehler tekez kir ku mijara aştiyê hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo cîhanê xwedî girîngiyeke mezin e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst