Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, kevirên reş ên bazalt ên Qerejdaxê ji ber taybetmendiyên xwe yên îzolasoyonê dîsa bûne çavkaniya eleqeyê.
Li gundê Qusquliyê yê navçeya Curnê Reş jî koşkeke mêvanan a ku bi van keviran hatiye çêkirin bala mirovan dikişîne.
Li herêmên Riha û Amedê ku havînan germeke zêde heye, bikaranîna kevirên Qerejdaxê di çêkirina xanî û avahiyan de zêde bûye, lewra ev kevir avahiyan hênik digirin.
Harun Turgut diyar kir ku wan kargeha keviran ava kiriye û got:
"Ev kevir, kevirê Qerejdaxê ye. Me bi vî kevirî odeyek (koşk) çêkir. Ev ode ji bo mêvanan e.
Mêvanên ku vê odeyê dibînin pir memnûn dibin û hinek dixwazin mîna vê odeyê ji xwe re çêbikin."
Temenê wan 200 sal e
Avahiyên ku bi kevirên reş tên çêkirin saxlemtir in û temenê wan dirêj e.
Bi taybetî li navçeya Siwêregê piraniya mizgeft û avahiyên fermî yên dîrokî bi van keviran hatine çêkirin ku bi sedan sal in li ser pêyan e.
Welatî Îbrahîm Yildirim jî bal kişand ser saxlemiya keviran û got:
"Kevirê reş tendurist e û ji bo tenduristiya mirovan jî baş e. Ji betonê jî saxlemtir e.
Temenê xaniyê betonê 50 sal e, yê kevirê reş 200 sal e. Avê nakişîne û şiliya wê tune. Kevirê reş ji bo serma û germayê jî baş e."
Welatî Ahmet Palice jî wiha axivî, "Havînê hênik e û zivistanê germ e. Bi tendurist e û temenê wî dirêj e.
Kevirê reş cuda ye û ferqa wî û betonê pir e. Yên xaniyan çêdikin bila bi kevirên reş çêbikin."
Hinardeyî welatên Ereb tê kirin
Salên dawî ji ber taybetmendiyên xwe, kevirê Qerejdaxê ji bilî bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo welatên germ ên wekî Urdin, Îraq, Libnan, Sûriye û Erebistana Siûdî jî tê hinardekirin.
Her kevirê reş di navbera 100 heta 300 lîreyî de tê firotin ku dike nêzîkî 3 heta 9 dolaran.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse