کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Karmendên serjimeriyê / Wêne: Rûdaw

Karmendên serjimeriyê / Wêne: Rûdaw

Kurdistan

Nifûsa Başûrê Kurdistanê 10 milyon derbas kir

RÛDAW

RÛDAW

02-12-2025
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW02-12-2025

Nûçeyên Têkildar

Koçberên Serê Kaniyê dîsa vegeriyan Hisîçayê: ‘Çek li me rakirin’
Kurdistan22-11-2026

Koçberên Serê Kaniyê dîsa vegeriyan Hisîçayê: ‘Çek li me rakirin’

Jîngehparêzên Zagrosê li Çiyayê Şahoyê ji bo zarokan çalakiyek li dar xist
Kurdistan22-11-2026

Jîngehparêzên Zagrosê li Çiyayê Şahoyê ji bo zarokan çalakiyek li dar xist

Li Qoserê çalakiya budceyê: Cotkar bi traktorên xwe daketin kolanan
Kurdistan22-11-2026

Li Qoserê çalakiya budceyê: Cotkar bi traktorên xwe daketin kolanan

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên dawî yên serjimêriyê, hejamara niştecihên Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê gihiştiye 10 milyon û 496 hezar û 112 kesan.

Ji vê hejmarê, 6 milyon û 519 hezar û 129 kes li çar parêzgehên Herêma Kurdistanê ne û 3 milyon û 949 hezar û 983 kes jî li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne.

Deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di çarçoveya Başûrê Kurdistanê de ne û cihên wekî Kerkûk, Xaneqîn, Pirdê, Şingal, Mexmûr, Xurmatû û hinek deverên din li xwe digirin.

Belavbûna nifûsa Herêma Kurdistanê

Nifûsa Herêma Kurdistanê li gorî parêzgehan bi vî awayî ye:

  • Hewlêr: 2 milyon û 517 hezar û 534 kes.
  • Silêmanî û Helebce: 2 milyon û 401 hezar û 724 kes.
  • Dihok: Milyonek û 599 hezar û 871 kes.

Nifûsa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê

Li gorî encamên serjimêriyê, dabeşbûna nifûsa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê wiha ye:

  • Kerkûk: 2 milyon û 34 hezar û 627 kes.
  • Xaneqîn: 260 hezar û 907 kes.
  • Kifrî (nîvê wê li ser Diyaleyê hatiye hejmartin): 66 hezar û 437 kes.
  • Şareban: 254 hezar û 346 kes.
  • Mendelî: 49 hezar û 348 kes.
  • Tilkêf: 406 hezar û 732 kes.
  • Hemdaniye: 249 hezar û 732 kes.
  • Mexmûr: 212 hezar û 357 kes.
  • Şingal: 201 hezar û 2 kes.
  • Şêxan (beşekî wê li ser Mûsilê hatiye hejmartin): 69 hezar û 279 kes.
  • Xurmatû: 147 hezar û 216 kes.

Serjimêriya giştî li Îraq û Herêma Kurdistanê Çiriya Paşîn a sala 2024an hatibû kirin.

Encamên dawî 26ê Çiriya Paşîn a 2025an hatin belavkirin û hat ragihandin ku hejmara giştî ya niştecihên Îraq û Herêma Kurdistanê gihiştiye 46 milyon û 118 hezar û 793 kesan.

Pirsên