Wezareta Tendirustiya Kurdistanê diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê, hemû kombûn û qerebalixî cihê metirsiyê ne
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa koronayê daxwazê dike nimêja înê bê ragirtin. Herwiha Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê jî, daxwaza ragirtina hemû boneyên zanistî, siyasî, civakî û olî û xêzanî dike.
Birêveberê Giştî yê Dîwana Wezraeta Tendirustî, Dr. Xalis Qadir ragihand ku ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa koronayê ew dixwazin li Kurdistanê nimêja înê were ragirtin.
Dr. Xalis Qadir diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê, hemû kombûn û qerebalixî cihê metirsiyê ne û pêwîst e xwe jê dûr bixin, taybet li cihê girtî, bo nimêja înê jî, metirsî li ser jiyana misilmanan heye, ji ber wê ew dixwazin nimêja înê bê ragirtin.
Birêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Dr.Sebah Hewramî jî daxwaza ragirtina, konferans, civînên hizbî û fikrî, xulên fêrbûnê, xwepêşandan, civînên giştî, sersaxî û erkên olî yên bi kom kir.
Dr.Sebah Hewramî herwiha daxwaza kêmkirina serdan û rotîna saziyên hikumî kir ku qerebalxî kêm bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse