Artêşa Tirkiyê li nêzikî gundê Kêste 2 xalên serbazî ava dike

03-05-2021
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Gundê Kêste li Berwariya Bala ye ku devereke stratejîk e
Gundê Kêste li Berwariya Bala ye ku devereke stratejîk e
Nîşan Gundê Kêste Artêşa Tirkiye PKK Metîna Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Berwariya Bala (Rûdaw) - Tirkiye du xalên serbazî li nêzikî gundê Kêstê datîne ku tenê 2 kîlometran ji malên xelkê gund dûr in. Xelkê gund jî nîgeranin dibêjin, her ku diçe tevger û hatinûçûna wan zêdetir sînordar dibe.

Dahata xelkê gundê Zinarê Kêste zêdetir li ser cotkarî, rezdarî û xwedîkirina mêşên hingiv e, lê ji ber şerê PKK û Tirkiyê, îsal dahata wan nîne.

Muxtarê gund Mehmûd Kêsteyî ji Rûdawê re dibêje, “Em bûne qurbaniyên şerê herdu aliyan û divê hikûmet vê rewşa xerab çareser bike.”

Seîd Teha, ku pêşmergeyekî xelkê navçeyê ye, dibêje, “Rewşa gundê me xerab e. Ti kes nikare ji mala xwe derkeve û her şev firoke sînor bombebaran dike.”

Derketina ji gund karekî metirsîdar e û li aliyê başûr, rojhilat û rojava ve gund navber bi navber tê bombebarankirin û hinek caran jî rûbirûbûn di navbera gerîlayên PKK û leşkerên Tirkiyê de çê dibe.

Artêşa Tirkiyê roja 23ê Nîsana borî, destpêkirina operasyoneke nû li dijî gerîlayên PKKê ragihand ku navenda wê operasyonê herêma Metîna ye û digihije heta Avaşîn û Basyanê.

Metîna herêmeke stratejîk e ji bo PKKê û Tirkiye hewl dide bi avakirina binkeyên serbazî li wê herêmê tevgera gerîlayên PKKê ya di navbera Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê de qut bike.

Berpirsên Kurd hişyariyê didin ku artêşa Tirkiyê li 3 kîlometre nêzikî gundê Kestê serbaz bicih kirine û di operasyonên xwede pêş dikeve bo nav axa Başûrê Kurdistanê.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu berî du rojan li ser armanca operasyonên dawîn ragihandibû, “Herêma Metîna devereke girîng e. Weke li Sûriyê, em dê li vir jî binkeyan ava bikin û deverê kontrol bikin. Ev herêm xeta derbasbûna bo Qendîlê ye û em dê vê xetê kontrol bikin.”

Tirkiye ji bo operasyonên xwe yên li nav axa Rojava û Başûrê Kurdistanê û avakirina hejmareke zêde ya binkeyên serbazî, “parastin û dabînkirina ewlekariya sînorên xwe” wek hinceta sereke nîşan dide.

Tirkiye jibilî Bakurê Kurdistanê heyameke dirêj e li nav axa Başûrê Kurdistanê jî li dijî gerîlayên PKKê operasyonan pêk tîne û jibilî bikaranîna helîkopter, firokeyên şer, firokeyên bêfirokevan, vê dawiyê dest bi şandina zêdetir hêzên bejayî kiriye û hejmareke zêde ya binkeyên serbazî ava kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Sêla di hembêza bavê xwe de ye / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

TAYBET - Sêwî û koçber: Sêla 5 mehî ye, çekdaran dêya wê kuştiye û mala wê nîne

Carinan mirov di 5 mehiya xwe de sêwîbûn û koçberiyê bi hev re nas dike, nexasim heke ew mirov Kurd be ev dibe rewşeke ne gelekî ecêb