Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn û 3 kes birîndar bûn.
Hat zanîn ku rewşa birîndarekî giran e.
Otomobîla bi plakaya 44 KB 030 ku ji aliyê M.E. ve dihat ajotin, li çarriyana Herêma Pîşesaziya Biçûk li otomobîla bi plakaya 02 AFK 725 ku ji aliyê M.K. ve dihat ajotin qelibî.
Di qezayê de her 2 ajokar û rêwiyê bi navê M.S.A birîndar bûn.
Birîndaran bi ambulansan sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê hatin kirin.
Hat zanîn zanîn ku rewşa tenduristiyê ya M.S.A. giran e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse