Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê de, Kurdan nekarî hejmara kursiyên xwe bigihînin nîvê wê hejmara ku dihat çaverêkirin.
Di nav 210 kursiyên parlamentoyê de, wan tenê 9 kursî misoger kirin, di demekê de ku çaverê dihat kirin ew di navbera 30 û 40 kursiyan de bi dest bixin.
Li seranserê herêmên Rojavayê Kurdistanê (ji Dêrikê heta Efrînê), 8 parlamenterên Kurd û 6 parlamenterên Ereb bi ser ketin.
Her çend li gorî vê hejmarê Kurd piranî bin jî renge qanûnek hevkêşeyê serûbin bike û Kurdan bike kêmîne.
Ew jî ew mafê qanûnî û destûrî ye ku dane Ehmed Şer.
Li gorî vî mafî, ew bi xwe dikare li ser asta Sûriyeyê (bi Rojavayê Kurdistanê re) 70 parlamenteran hilbijêre.
Li gorî bajaran dabeşbûna kursiyan
Li gorî encaman, nûnerên Kurd li bajaran bi vî awayî dabeş bûne: Li Hisîçayê kursiyek, li Qamişloyê 2 kursî, li Dêrikê kursiyek, li Kobaniyê kursiyek û li Efrînê jî ku berê hilbijartin lê bi rê ve çûbû 3 kursî.
Hisîça (Qamişlo, Serê Kaniyê û Dêrik)
Li vê herêmê 15 kursî hatine diyarkirin. Ji wan 10 kes bi hilbijartinê bi ser ketin ku 4 ji wan Kurd in.
Her 5 kesên din jî rasterast ji aliyê Ehmed Şer ve tên destnîşankirin.
Parlamenterên Kurd ên ku derketine ev in: Rizwan Sîdo (Partiya Wekheviyê), Kîm Îbrahîm (Serbixwe), Fesle Yûsiv (Partiya Yekîtiya Kurdistanî-Wehdê) û Ehmed Murad (Serbixwe).
Kobanî
Ji 2 kursiyan Kurdan kursiyek bi dest xistiye ku ew jî Ferhad Şahîn (PDK-S) e.
Efrîn
Kurdan 3 kursî bi dest xistine: Rengîn Ebdo (Serbixwe), Şêx Seîd Zade (PDK-S) û Mihemed Seydo (PDK-S).
Heleb
Kurdan kursiyek misoger kiriye: Mihemed Xerîbo (Li Tel Eranê serbixwe ye).
Piştî 15 salan cara ewil hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê li bajarê Kobaniyê û tevahiya parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê hatin lidarxistin.
Ev hilbijartin beşek e ji pêvajoya veguhêz a welêt ku piştî rûxîna desthilata Beşar Esed a Kanûna Pêşîn a 2024an dest pê kiriye.
Ev ji bo beşdariya Kurdan a di hikûmeta nû ya Sûriyeyê ya bi serokatiya Ehmed Şer de gaveke dîrokî ye lê di heman demê de tije nîqaş e.
Parlamentoya Sûriyeyê ji 210 kursiyan pêk tê.
Ji wan 140 kursî bi rêya dengdanê tên diyarkirin û 70 kursiyên din jî rasterast ji aliyê serokatiya Sûriyeyê ve tên destnîşankirin.
Tê çaverêkirin ku piştî ragihandina hemû navan, di nav endamên destnîşankirî de jî Kurd hebin.
Çima tenê mafê hejmareke kêm a kesan ê dengdanê hebû?
Ev pêvajo piştî çendîn mehên dan û standin û peymaneke demkî tê ku Kanûna Paşîn a 2026an di navbera Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bi navbeynkariya Amerîkayê hatibû kirin.
Vê peymanê rê xweş kir ku herêmên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de beşdarî pêvajoya siyasî bibin.
Berê 5ê Çiriya Pêşîn a 2025an hilbijartin li piraniya herêmên Sûriyeyê hatibû kirin lê li Hisîça, Reqa û Siweydayê ji ber rewşa ewlehiyê û nebûna kontrola hikûmeta navendî hatibû bipaşxistin.
Tiştê balkêş ew e, hilbijartina Parlamentoya Sûriyeyê ya ku ji 210 kursiyan pêk tê ji aliyê gel ve bi awayekî rasterast nehatiye kirin.
Li şûna wê, ji aliyê hejmareke kêm a kesayet û "rûspiyan" ve deng hatin dayîn ku ji wan re "desteya dengderan" tê gotin.
Sêyeka din a parlamenteran jî ji aliyê Ehmed Şer ve tên diyarkirin.
Endamê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Sûriyeyê Enes Ebde ji Rûdawê re behsa lidarxistina hilbijartinan kir û got:
"Li Kobaniyê parlamenterên Kurd hene, li Efrînê jî hene. Rast e taybetmendiyeke Kurdî ya Hisîçayê heye lê li cihên din jî Kurd bi ser ketine."
Çima Kurdan nekarî kursiyên çaverêkirî bi dest bixin?
Di hilbijartinê de Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ku desthilata wê (Rêveberiya Xweser) li Rojavayê Kurdistanê ye beşdar nebû.
Berê Hevseroka PYDyê Pervîn Yûsivê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re gotibû ku PYD bi awayekî fermî beşdarî vê hilbijartinê nabe.
Pervîn Yûsivê amaje bi mafê nûneratiya Kurdan a li Sûriyeyê kir û got:
"Kurd nêzîkî ji sedî 20ê tevahiya nifûsa Sûriyeyê pêk tînin û divê herî kêm 40 kursiyên Parlamentoya Sûriyeyê ji bo Kurdan werin terxankirin."
Rexne û gazin
Vê şêwaza hilbijartinê gelek rexne li pey xwe anîn û wekî hilbijartineke "nedemokratîk" hat wesifkirin.
Namzedê Tevgera Azadiya Kurdistanê Mistefa Etê ragihand ku pêvajo "seyr û neasayî" bû çimkî dengder û namzedan hev nas nedikir.
Mistefa Etê got, "Tu dê çawa deng bidî kesekî ku tu wî nas nakî?
Ez hêvîdar im herim parlamentoyê û wekî Leyla Zanayê bi Kurdî sond bixwim, cilên Kurdî li xwe bikim û alaya Kurdistanê bilind bikim."
Namzedê serbixwe Nesret Kêtkanî jî ji wê yekê dilgiran bû ku xelk beşdar nebûye û got:
"Em hêvîdar bûn ku hemû xelk beşdar bibe da ku ji sedî 100 nûneratiyeke rast hebe."
Biryareke hikûmeta nû
Ev hilbijartin çend rojan piştî wê yekê tê ku Ehmed Şer biryareke dîrokî derxist û ragihand ku Kurd beşeke resen a Sûriyeyê ne.
Li gorî biryarê, mafê ziman û çandê dane Kurdan, qanûna cudakar a serjimêriya sala 1962yan hatiye hilweşandin û dê nasnameya Sûriyeyê bidin wan Kurdên ku berê ji wan hatibû standin.
Her çend ev hilbijartin valahiyên parlamentoya demkî ya Sûriyeyê yên ji bo nivîsandina destûreke nû dadigirin jî lê pirsgirêkên mezin hîn mane.
Mîna parastina hevsengiya di navbera desthilata navendî û mafên pêkhateyan de û vegerandina baweriya bi pêvajoyeke siyasî ku hîn bi temamî nûneratiya hemû dengan nake.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse