Li Semsûrê pevçûn: 5 birîndar

03-05-2025
RÛDAW
Nîşan Pevçûn Semsun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna du aliyan de 5 kes birîndar bûn û 20 kes hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan îro li gundê Harûnê yê Semsûrê, du aliyên ku pêştir di navbera wan de pirsgirêk hebûn pev çûn.

Her du aliyan bi dar û keviran êrişî hev kir û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Hêzên ewlehiyê li gund 20 kes desteser kirin û tedbîrên ewlehiyê wergirtin.

Tîmên tenduristiyê 5 birîndar veguhestin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê û Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst