Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera 3 kesan de pevçûn derket û di encamêde kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.
Li gorî zanyariyan li Taxa Mîmarsînan a Erzinganê, di navbera Ali C. û Ahmet Çakmakê 50 salî û Ali D. yê 41 salî de ji ber sedemeke nehat zanîn nîqaş derket.
Di encamê de Ali C. bi demançeyê gule li Ahmet Çakmak û Ali D. reşandin û her du birîndar kirin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tendursitiyê Ahmet Çakmak û Ali D. veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Binali Yildirim hatin veguhestin.
Tevî midaxeleya li mexweşxaneyê Ahmet Çakmak mir.
Ali C. yê ku ji cihê bûyerê reviya ji aliyê tîmên taybet ve li cihê xwe lê veşartibû hat desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse