Qamişlo (Rûdaw)- Li her sê bajarên Qamişlo, Dêrik û Amûdê yên Rojavayê Kurdistanê, xwepêşandanê li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê ku îro sibehê destpêkirin derketin, her sê xwepêşandan jî bê astengî derbas bûn.
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku xwepêşandana Qamişlo îro saet 11 li ber mizgefta Selman el-Farisî li taxa Qenat Siwês li rojhilatê Qamişlo destpêkir û bê ti astengî bi dawî hat.
Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku di xwepêşandanê de ku li ser banga çend rêxistin û hevrêzên ciwanan bû, zêdetirî 200 kesan beşdar bûn û siloganên li dijî hilbijartinan û rejîma Sûriyê avêtin.
Li bajarê Amûdê jî îro berî nîvro xwepêşandanek li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê hat lidarxistin û tê de bi heman awayî durşm li dijî hilbijartinan hatin bilindkirin.
Herwiha li bajarê Dêrikî jî û li ser banga Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) îro saet 10.30 xwepêşandanek ji bo heman mebestê hat lidarxistin.






