Îran axa Başûrê Kurdistanê topbaran dike!

03-07-2017
RÛDAW
Zozanên Helgurdê
Zozanên Helgurdê
Nîşan Îran Topxane Pêşmerge
A+ A-

Çoman (Rûdaw) – Topxaneyên Îranê, bi hêceta hebûna pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya Rojhilat, zozanên ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê topbaran dikin.

 

Hêzên Artêşa Îranê, îro careke din dest bi topbarana zozanên li qontara Çiyayê Helgûrdê kirin.

 

Qaymiqamê Çomanê Ehmed Qadir ji Rûdawê re ragihand, “Topxaneyên Îranê zozanên Kunerê û Kîfarîstanê yên li ser sînorê bajarokê Hacî Omran û devera Balekayetî topbaran dikin.”

 

Ehmed Qadir da zanîn, ku di encama topbaranê de koçerek bi saçmeta topan birîndar bûye û agir bi pûş û giyayê navçeyê ketiye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst