Li Îranê 14 kesan bi alkola sexte jiyana xwe ji dest dan

17-06-2023
RÛDAW
Nîşan Îran Alkol Sexte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha Pizîşkî ya Elborzê li Îranê ragihand ku di çend rojên borî de, rewşa tendrustiyê ya 100 kesan ji ber alkola sexte têk çûye û heta niha 14 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rêveberatiya Dadê Parêzgeha Elborzê ew yek piştrast kir, ku alkola sexte li bajarê Kerecê belav bûye, ev alkol ji aliyê berhemhênerekî spraya porê hatiye çêkirin û dane bazarê.

Heta niha 6 kes li ser wê alkola sexte hatine girtin, ku bûne sedema can ji dest dana 14 kesan û têkçûna tendurstya zêdetir ji 100 kesan li bajarê Kerecê.

Roja Pêncşeml medyayên Îranê, nûçeya têkçûna rewşa tendrustiyê ya hejmareke welatiyan ji ber alkolê sexte belav kir, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane di navbera 9 bo 12 kesan de ye. Lê serokê Rêveberatiya Dadê ya Elborzê daye xuyakirin ku 14 kesan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane û dibêje ne diyar e çend kesên din her ji ber vê sedemê jiyana xwe ji dest dabin.

Niha dosyeya lêpirsîn bo çend kesan hatiye vekirin û ev mijar tê şopandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst