DITAM li Amedê civîna “Kurd divê çi bikin” saz dike

03-07-2023
RÛDAW
Nîşan DITAM Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê civîneke bi navê "Kurd divê çi bikin" saz dike

Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DITAM) li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê civîneke bi navê “Kurd divê çi bikin” saz dike û di civînê de siyaseta Kurdan, civaknasiya Tirkiye û Kurdan a ku diguhere bandoreke çawa li ser pirsa Kurd dike, hilbijartinên 2023 û bandora pêşveçûnên navdewletî li ser pirsa Kurd dê bên gotûbêjkirin.

Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DITAM) roja Duşemê 3ê Temûza 2023an ragihand ku di çarçoveya Dîyalogên Tîgrîsê de li parêzgeha Amedê roja Şemiyê 8ê Temûza îsal dê civînekê saz bikin. Civîn dê ji ragihandinê re vekirî be.

Li gor daxuyaniyê hejmarek akademîsyen, siyasetmedar û nûnerên mafên mirov û civaka sivîl beşdarî civînê dibin.

Mijarên sereke yên di civînê de bên gotûbêjkirin:

1 - Ji hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015 heta 28ê Gulana 2023an rewşa siyaseta Kurdan, polîtîkayên serdema nû û bendewariyên hene.

2 - Li Tirkiyê netewperestî û Kurd; Bi rêbazê cûdakariyê serkeftina hilbijartinê ma qey dibe rêbazeke giştî? Dibe ev rewş berdewam be?

3 - Bandora civaknasiya Tirkiye û Kurdan ku diguhere li ser rewşa Kurdan a deh salên bê de. Perspektîfa Siberojê ya Kurdan.

4 - Hilbijartinên 2023 û tevgera hilbijêran.

5 - Bandora pêşveçûnên navdewletî li ser pirsa Kurd û dîplomasiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst