Mehmet Kamaç: Nexşerêya çekdanîna PKKyê ne diyar e

03-07-2025
RÛDAW
Mehmet Kamaç û Zana Kayanî: Wêne û Vîdeo: Rûdaw Grafîk
Mehmet Kamaç û Zana Kayanî: Wêne û Vîdeo: Rûdaw Grafîk
Nîşan DEM Partî Mehmet Kamaç Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Şerê PKK û Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Amedê Mehmet Kamaç ragihand, her çend biryara PKKyê ya danîna çekan eşkere be jî, nexşerêya vê pêvajoyê hîn ne diyar e.

Kamaç got, divê ji bo birêvebirina pêvajoyê di demeke nêzîk de li parlamentoyê lijneyek bê avakirin.

Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaç derbarê pêvajoya çareseriyê û rola parlamentoyê de ji Rûdawê re behsa mijara danîna çekan a PKKyê kir.

Kamaç diyar kir ku PKKyê di kongreya xwe ya di navbera 5-7ê Gulanê de li ser banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan biryara danîna çekan daye û ev biryar bi awayekî fermî ji raya giştî re hatiye ragihandin.

Kamaç amaje bi wê yekê kir ku hûrgiliyên pêvajoyê ne zelal in û got, “Meseleya pêvajoya çekdanînê ka dê çawa pêk were, ev mesele di navbera PKK, Ocalan û dewletê de ye. Nexşerêya wê çawa ye? Ev yek dê çawa pêk were? Li ser vê ti agahî li cem me nînin.”

"Divê li parlamentoyê lijneyek bê avakirin"

Kamaç tekezî li ser rola parlamentoyê kir û da xuyakirin ku ew wekî DEM Partî bi salan e daxwaz dikin ku bingeha çareseriyê parlamento be û divê hemû alî beşdarî pêvajoyê bibin.

Parlamenterê DEM Partiyê hêviya xwe anî ziman ku di nav hefteyek an deh rojan de lijneyeke taybet li parlamentoyê bê avakirin û got, “Em bi hêvî ne Serokê Parlamentoyê ji bo avakirina lijneya pêvajoyê bangî aliyan bike.

Divê ev lijne dest bi karê xwe bike û di warê yasayî û hiqûqî de bingeha serkeftina pêvajoyê amade bike.”

Kamaç behsa pêşniyara Devlet Bahçelî ya ji bo avakirina lijneyeke 100 kesî kir û xwe wiha domand:

“Li gorî me karê lijneyeke 100 kesî dê giran be. Pêşniyara me ew e ku lijneyeke 40 kesî pêk were û ne tenê partiyên xwedî kom, lê belê hemû partiyên ku nûnerên wan di parlamentoyê de hene tevlî bibin.

Her wiha divê bi saziyên civaka sivîl re jî hevahengî hebe.”

"Gog niha di qada serokkomar de ye" 

Mehmet Kamaç di dawiya axaftina xwe de, bal kişand ser rola Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û got, “Gog niha di qada Serokkomarê Tirkiyeyê de ye ku gavan bavêje û ev pêvajo bi pêş ve biçe.”

Kamaç her wiha destnîşan kir ku DEM Partî dê mijarên wekî nivîsandina destûreke nû, çareserkirina rewşa girtiyên siyasî û rakirina qeyûmên li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê bi Serokkomarê Tirkiyeyê re gotûbêj bike.

Li aliyê din, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de ew li ber qonaxeke nû û girîng in û got, “Em dê di nava hefteya bê de bibin şahidê gaveke dîrokî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst