DÊRSIM - Gundiyan li dijî projeya kana pomzayê dest bi çalakiyê kir

03-07-2025
Ali Haydar Gozlu
Çalakiya gundiyan /Wêne: Alî Haydar Gozlu /Rûdaw
Çalakiya gundiyan /Wêne: Alî Haydar Gozlu /Rûdaw
Nîşan Dêrsim Çalakî Kana Pomzayê
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li navçeya Xozatê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê gundiyên ku li dijî kana xîza pomzayê ya ku tê xwestin bê avakirin derdikevin, dest bi çalakiya rûniştinê ya bi konan kir.

Welatî diyar dikin ku herêm, ji ber ku qadeke sitê ye, her wiha cihê ku komkujiya 1938an lê pêk hatiye û gorên girîng ên baweriya Elewiyan lê ne, herêmeke girîng e û didin zanîn ku heke proje pêk bê, dê xweza zerarê bibîne û bibe sedema koçên mezin.

Wan Vê carê jî li qada ku proje lê bê çêkirin kon vedan û dest bi çalakiya nobetê kir.

Kompanya Avahîsazi, Pîşesazî û Bazirganiyê ya Arvenê dixwaze di navbera navçeyên Xozat û Pêrtagê yên Dêrsîmê de dest bi projeya derxistina madena pomzayê (Kevirê Kefik) bike.

Welatiyên li gundê Barginî, Zeve, Orcan û Desîmanê naxwazin xwezaya wan bê talankirin û têkbirin û li dijî projeyê derdikevin.

"Gorên mirovên ku di sala 1938an de hatine qetilkirin li vir in"

Welatiyê bi navê Erhan Ruzgar ê ku beşdarî nobeta konan bû got, "Em naxwazin ev der bên xerakirin.

Eger pêwîst bike em dê ji bo vê bimirin. Ev der axa me ye, gorên me li vir in.

Cihên gorên mirovên ku di sala 1938an de hatine qetilkirin li vir in, malên me li vir in, cihên me yên baweriyê li vir in, em ê ti carî rê nedin vê yekê."

Gundiyên herêmê dibêjin dema proje dest pê bike, dê xelkê li van gundan ji neçarî koç bike û herêm vala bibe.

"Mirovên vir dê neçar bimînin ku koç bikin"

Îbrahîm Cîhan jî wiha axivî, "Eger projeya madenê li vir pêk bê, dê hemû mirovên vir neçar bimînin ku koç bikin.

Ez li dijî vê projeyê me, ez bangî dewletê dikim lê mixabin dewlet destûrê dide vê yekê. Em li vir projeya madenê naxwazin û em li dijî vê yekê ne."

Li herêmê ziyaret, goristan û şehîdên komkujiya 38an jî hene û xelk naxwaze ziyaret û goristanên wan zerarê bibînin.

"Li vir du ziyaretgehên me hene"

Mazlûm Ruzgar ev tişt anîn ziman, "Li vir du ziyaretgehên me hene. Ziyaretgehên Axûçan û Siltan Xidir hene.

Milet van deran ziyaret dike. Baweriya me heye, nirxên me hene, ji ber vê yekê em naxwazin û me dest bi nobeta konan kir."

Li herêmê 35 hezar pez û bizin û 500 dewar û bi hezaran kevarên mêşhingivan hene. Her wiha gelek gorên latî yên dîrokî jî hene.

Xelkê wan gunadn dibêjin tevî ku herêm wekî “Qada SÎT/Parastinê” wate qada ku divê dest lê neyê dayîn hatiye qebûlkirin jî destûr dayîna projeyê ji aliyê dewletê ve dê bibe sedema karesatên mezin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst