Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Kampa Mexmûrê dibêjin, nêzîkî sê meh in ku Hikûmeta Îraqê dorpêç daniye ser wan û ji wan re pirsgirêk derketine.
Li aliyê din, Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê hebûna dorpêçê red dike.
Berpirsekî partiyekê ya li herêmê jî dibêje, Îraq dixwaze piştî çekdanîna PKKyê, rasterast şêniyên kampê vegerîne warê wan ê resen.
Kampa Mexmûrê ku şêniyên wê jê re dibêjin Kampa (Şehîd Rustem Cûdî), ji sala 1998an ve li bin Çiyayê Qereçoxê yê li rojhilatê Mexmûrê ji bo penaberên Kurd ên ji Bakurê Kurdistanê hatiye avakirin.
Kamp ji aliyê îdarî ve ser bi qezaya Mexmûrê ya parêzgeha Nînovayê ve ye.
Li gorî gotinên şêniyên kampê yên ji Rûdawê re, ji 10ê Nîsana îsal ve Hikûmeta Îraqê "dorpêçeke tund" xistiye ser wan.
Kampa Mexmûrê ku niha hejmara şêniyên wê nêzîkî 12 hezar kesan e, berê jî bi hinceta ku ew "cihê perwerdekirina endamên PKKyê" ye, Tirkiyeyê çend caran ew bombebaran kiribû.
"Em nikarin nexweşan jî ji kampê derxin"
Li gorî gotina kesên di nava kampê de ji Rûdawê re, "Ji ber dorpêçê em nikarin nexweşan jî ji kampê derxin derve ji bo wergirtina çareseriyê.
Her wiha em rastî kêmasiya derman û pêdiviyên tenduristiyê hatine."
Her ji ber dorpêçê, "rê nayê dayîn" ku pêdiviyên xwendekaran û pêdivî û kelûpelên xanî û avahîsaziyê bikevin nav kampê.
"Dê karesateke mirovî rû bide"
Kesên ku serpereştiya kampê dikin, dibêjin, "Ji Tîrmeha 2019an ve ji aliyê Herêma Kurdistanê ve em di bin dorpêçê de ne.
Ev nêzîkî sê meh in dorpêça Îraqê jî li serê zêde bûye, eger berdewam bike dê karesateke mirovî rû bide."
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cehangîr ji Rûdawê re ragihand:
"Ew kes bi fermî li cem dewleta Îraqê tomarkirî ne û ti pirsgirêka wan nîne û di çûn û hatina ji bo hemû parêzgehan de azad in."
Piştî ku di 13ê Gulana îsal de, şandeyeke pênckesî ya ji endamên Meclisa Penaberan a Mexmûrê ji bo civînekê çûbû Bexdayê, roja din ji aliyê hêzeke Îraqî ve li derdora Bexdayê hatin desteserkirin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, ew kes piştî zêdetirî mehekê di zindanê de, hatine berdan û ji Mexmûrê hatine vegerandin.
Li gorî gotina Elî Cehangîr, piştî wê bûyerê, şêniyên kampê bi xwe çûn û hatinê nakin û metirsiyeke wehmî ji xwe re çêkirine.
"Îraq dixwaze wan bişîne warê wan ê resen"
Cîgirê Berpirsê Melbenda Mexmûrê yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Reşad Gelalî Rûdawê re got:
"Şêniyên Kampa Mexmûrê li Îraqê wekî koçber bi fermî hatine qebûlkirin û pirsgirêka wan nîne.
Lê bi taybetî niha ku nêzîkbûnek di navbera PKK û Tirkiyeyê de heye û mijara çekdanînê nêzîk e, Hikûmeta Îraqê dixwaze li gel serkeftina pêvajoya aştiyê, wan kesan rasterast bişîne ser warê wan ê resen."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse