Erdogan dîsa gef li Rojavayê Kurdistanê xwar

06-05-2024
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Rojavayê Kurdistanê Herêma Kurdistanê PKK Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Recep Tayyîp Erdogan got, “Ji ber sozên ku hevalbendên me dane û bi cîh neanîne, karê me yê ku li Sûriyeyê nivco maye, gava ku dem û saeta wê hat teqez em dê temam bikin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civana kabîneya Hikûmeta Tirkiyeyê axivî.

Erdogan di beşeke axaftina xwe de bal kişand ser serdana xwe ya Bexda û Hewlêrê diyar kir ku “serdaneke gelekî baş û erênî bûye.”

Erdogan da zanîn ku di wê serdanê de di navbera Îraq û Tirkiyeyê de 27 peyman hatine îmzekirin.

Derbarê rûbirûbûna PKKyê de jî Erdogan diyar kir wan bi Îraqê re li hev kiriye û wan ji Îraqê xwestiye ku PKKyê wekî “rêxistineke terorê” bi nav bikin.

Gefa êrişê

Herwiha Erdogan dîsa gefa êrişê li Rojavayê Kurdistanê xwar û got:

“Heta hebûna PKKyê li bakurê Îraqê û Sûriyeyê hebe dê ewlehî tune be.

Ji ber sozên ku hevalbendên me dane û bi cîh neanîne karê me yê ku li Sûriyeyê nivco maye, gava ku dem û saeta wê hat teqez em dê temam bikin.”

“27 peyman hatin îmzekirin”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan wiha axivî:

“Piştî 13 salan em bi şandeyeke berfireh çûn Îraqê.

Encam û peyamên wê serdanê xwedî girîngiyeke dîrokî ne.

Bi Serokkomar û Serokwezîrê Îraqê re me mijarên ewlehî, veguhastin, enerjî û av di serî de û gelek rojevên hevbeş bi awayekî berfireh gotubêj kirin.

27 peymanan di qadên cuda de hatin îmzekirin.

Bi îmzekirina rêkeftina Rêya Bipêşketinê ku dê siberoja herêma me diyar bike, bi lihevkirina çaralî re bendeke krîtîk ji ber me hat rakirin.

Niha asta bazirganiyê ya di navbera me de 20 milyar dolar e û em dixwazin zêdetir bikin.

“Gaveke girîng bû”

Hikûmeta Îraqê, PKK wekî rêxistineke qedexekirî bi nav kir û ev di rûbirûbûna terorê de gaveke giring bû.

Me ji wan re ragihand ku em li bendê ne ew jî PKKyê wekî rêxistineke terorê bi nav bikin.

Em bi birayên xwe yên Tirkmen ên li Îraqê re civiyan û me ragihand ku em dê her tim piştevanê wan bin.

Piştî Baxdayê em derbasî Hewlêrê bûn. Serdana me ya wir jî gelekî baş, erênî û samîmî bû û gelek mijar hatin gotubêjkirin.

Ez dîsa ji bo pêşwaziya wan a germ spasiya hemû birayên me yên li Îraqê dikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst