Li Amedê şerê çekdarî: 12 kes birîndar bûn

03-08-2025
RÛDAW
Nîşan Rezan Amed Şerê Çekdarî
A+ A-

Amed (Hewlêr) -  Li navçeya Rezanê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, di şerê çekdarî yê di navbera du koman de 12 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, li Taxa Yenîkoyê di qehwexaneyekê de nîqaşa di navbera du koman bû şerê çekdarî.

Li ser agahdarkirinê gelek tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê. Birîndar rakirin nexweşxaneyan û hat dîtin ku gule li 2 otomobîlên li derdorê jî ketine.

Her wiha di di şer de 12 kes birîndar bûne û rewşa 7 kesan jê giran e.

Polîsan ji bo girtina kesên ku tevlî şer bûne, dest bi operasyonê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst