Kifrî (Rûdaw) – Dîroka Qeyseriya Kevin a navçeya Kîfrî ya Sîlêmaniyê vedigre sedsala 19ê û niha li wî bazarî ti tiştek bi ser hev de nemaye. Lewma biryare ji nûve were çêkirin.
Qeyseriya Kevin a Kîfrî yek ji berhemên dîrokî yê vê navçeyê bû, ku şêwazê jiyan û çanda vê herêmê bi ciwanî nîşan dida. Lê bi demê re xira bû û hilweşiya.
Beriya şeş salan hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku wêraniya Qeyserî ya Kevin nûjen bike. Lê şerê DAIŞê û qeyrana darayî karê nûjenkirinê asteng kir. Nihya dîzayna nûjenkirina Qeyserî li ser nexşeyê amade ye û tenê li hêviya dabînkirina budceyê maye.
Berê 315 dukanên bi rûberên cuda, xaniyên mezin li Qeyseriya Kevin a Kifriyê hebûn lê niha ji bilî wêraniyekî ti tişteke din nemaye.
Herwiha berê Cihû, Kurd û Tirkmen sê pêkhateyên serekî yên Kifrî bûn, piraniya Tirkmenan di vê s3ukê de xwedî kar bûn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye ji bo nûjenkirina vê bazarê 21 milyar dînar xerc bike. Projeya dîzayna wê jî li Tehranê hate amadekirin. Ji bo karê avakirinê hosteyên xwedî ezmûn hatine peydakirin û biryare karê avakirina Qeyserî dest pê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse