Li Şirnexê xortek ji ber formayê Kurdistanê hat desteserkirin

03-09-2025
RÛDAW
Nîşan Şirnex Forma Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Dêrgulê yê Şirnexê xortek ji ber ku formayê “Kurdistan” li ser nivîsandî li xwe kiribû hat desteserkirin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez nerazîbûn nîşan da û xwest ku ew xort demildest were berdan.

Li gorî agahiyan, bûyer doh qewimiye.

Xortê bi navê Şahîn Guler dema ku li lîstikgehê bi futbolê dilîst, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin û hêzên ewlehiyê ew bir navenda cendirmeyan.

“Hûn nikarin ji hebûna heqîqeta Kurdistanê re bibin asteng”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nerazîbûn nîşanî desteserkirinê da û got:

“Îro li Şirnexê xortek ji ber formayê xwe yê ku Kurdistan li ser hatibû nivîsîn hat desteserkirin.

Hûn bi polîtîkaya zextê û çavtirsandinê ne dikarin rê li ber lixwekirina formayên bi rengên kesk û sor bigirin û ne jî dikarin ji hebûna heqîqeta Kurdistanê re bibin asteng.

Divê xortê ku hatiye desteserkirin demildest were berdan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst