Mêrdîn - Şivanan termekî şewitî dît

03-10-2025
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Termê Şewitî Şivan Nisêbîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê şivanan termekî şewitî dît.

Li gorî agahiyan, şivanên pez şeva borî li devereke di navbera gundên Sirînçê û Gurînê yên navçeya Nisêbînê termê şewitî yê zilamekê dît.

Şivanan li ser vê yekê agahî dan hêzên ewlehiyê.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê term bir Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Di pişkînînan de diyar bû ku li ser term ti nasname derneketiye.

Tîmên tenduristiyê termê şewitî otopsiyê û diyarkirina nasnameyê bir morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Li ser bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst