Hewlêr (Rûdaw) – HPGyê ragihand ku Endamê Konseya Fermandariyê ya HPGyê û Fermandarê Eyaleta Erziromê Cemşîd Elî Esker di Nîsana 2018an de li herêma Serhedê canê xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) daxuyaniyek belav kir û tê de nasnameya fermandarê payebilind eşkere kir.
HPGyê di daxuyaniya xwe de Esker wekî "fermandarekî pêşeng" bi nav kir û sersaxî ji malbata wî û xelkê Kobaniyê re xwest.
Li gorî daxuyaniyê, Cemşîd Elî Esker di 14ê Nîsana 2018an de li qada Gilîdaxê ya Serhedê di encama êrişekê de canê xwe ji dest daye.
Agahiyên li ser nasnameyê fermandarê HPGyê wisa ne:
Cemşîd Elî Esker: Navê wî yê fermî Sultan Mahmud e, navê dayîka wî Razda û navê bavê wî Mahmûd e.
Cemşîd Elî Esker li Helebê dayîk bûye û 14ê Nîsana 2018an li Serheda Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse