Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 5 gerîlayên ku sala 2018an li herêmên Zap, Mûş, Avaşîn û Xakurkê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan gerîlayan di şer û pevçûnên sala 2018an yên bi artêşa Tirkiyeyê re canê xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gerîlayên bi nasnavên Abbas Heftenîn, Axîn Baksî, Demhat Maxmûrî, Sîpan Bêwar û Zinar Bahoz di demên cuda yên sala 2018an de canê xwe ji dest daye.
HPGyê di daxuyaniya xwe de ji malbatên gerîlayan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Li gorî daxuyaniyê asnameyên gerîlayên ku canê xwe ji dest daye wiha ne:
Abbas Heftenîn: Navê wî yê fermî Cîhan Yîgît e, ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye. Navê dayîka wî Kudret e û navê bavê wî Huseyîn e û 29ê Tebaxa 2018an li Zapê canê xwe ji dest daye.
Axîn Baksî: Nav wê yê fermî Evîn Baksî ye, ji Êliha Bakurê Kurdistanê ye. Navê dayîka wê Zuriye û navê bavê wê jî Salîm e. 29ê Tebaxa 2018an li Zapê canê xwe ji dest daye.
Demhat Maxmûrî: Navê wî yê fermî Ferman Turgut e, ji Colemêrga Bakurê Kurdistanê ye. Navê dayîka wê Xursî navê bavê wî Ahmet e. 22yê Adara 2018an li Xakurkê canê xwe ji dest daye.
Sîpan Bêwar: Navê wî yê fermî Ozgur Aydemîr e, li Mûşa Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Navê dayîka wî Ayşe navê bavê wî Ahmet e. 18ê Çiriya Pêşîn a 2018an li Mûşê canê xwe ji dest daye.
Zinar Bahoz: Navê wî yê fermî Omer Turk e, ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye. Navê dayîka wê Songul e û navê bavê wî Mehmet e. 24ê Nîsana 2018an li Avaşînê canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse