Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku ji berbanga îro ve li herêmên Dêr Hafir, Meskene û Bendava Tişrînê şerekî dijwar heye û êrişên komên Şamê û dronên Tirkiyeyê berdewam dikin.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê bi daxuyaniyeke nivîskî hûrgiliyên şerê li eniyan eşkere kirin.
"Hewldanên sîstematîk ji bo kaşkirina herêmê ber bi şer ve"
Di daxuyaniyê de hat gotin ku komên girêdayî Şamê êrişî Bendava Tişrînê û derdora wê dikin û wiha hat gotin:
"Ji berbanga îro ve li herêmên Dêr Hafir, Meskene û Bendava Tişrînê, di bin siya êrişên dijwar ên komên Şamê de û li gel zêdebûna êrişên dronên Tirkiyeyê, aloziyeke leşkerî ya berdewam heye.
Ev rewş metirsiyên li ser ewlehiya sivîlan û dezgehên jiyanî zêde dike."
Li gorî daxuyaniyê, di saetên berbangê de komên hikûmeta Şamê bi dronên xwekuj, top û hawanan êrişî derdora Bendava Tişrînê kiriye.
HSDyê ragihand, "Zêdetirî 12 êrişan li gundên Mihşiyê, Şêx Hesen û Qişleyê hatin kirin û heta amadekirina vê raporê jî topbarana li ser derdora bendavê berdewam e."
Binesazî û nanpêjxane hatin hedefgirtin
HSDyê di daxuyaniyê de bal kişand ser wê yekê ku binesazî û cihên xizmetguzariyê jî dibin armanca êrişan wiha pê de çû:
"Komên Şamê êrişên xwe yên li binesazî û dezgehên xizmetguzariyê yên li bajarokê Dêr Hafirê zêde kirin.
Avahiya postê ya Dêr Hafirê bi top û dronên xwekuj hat bombebarankirin lê ti ziyanên canî çênebûn.
Her wiha nanpêjxaneya sivîl a Dêr Hafirê bi droneke xwekuj hat hedefgirtin, ev yek bû sedema rawestana xizmetê û gefeke rasterast li ser ewlehiya xurekê ya şêniyan."
HSDyê diyar kir ku ev êriş bi armanca felckirina jiyana rojane tên kirin û rê li ber cotkaran tê girtin ku biçin ser zeviyên xwe.
Pêşî li hewldana derbasbûnê hat girtin
HSDyê derbarê rewşa meydanî de HSDyê wiha got:
"Hêzên me bersiva hewldana derbasbûnê ya komên hikûmeta Şamê ya li ser xeta gundê Zubêdeyê yê li gundewarê başûrê Dêr Hafirê da.
Hewldan têk çû û êrişkar neçar man birevin, tevî ku êriş di bin siya dronan û çekên giran de hatibû kirin."
“Êrişên dronên Tirkiyeyê”
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku tevgera dronên Tirkiyeyê li herêmê zêde bûye û wiha got:
"Li herêmê liv û tevgera dronên Tirkiyeyê yên cureyê 'Bayraktar' zêde bûye.
Droneke Tirkiyeyê xaleke leşkerî ya hêzên me li bajarê Meskeneyê kir armanc, ti ziyanên canî çênebûn.
Ev di nava heman rojê de êrişa duyem bû. Her wiha noqteyeke din li gundê Bûasiyê yê gundewarê Tebqayê hat hedefgirtin."
HSDyê destnîşan kir ku dronên Tirkiyeyê ji destpêka aloziyê ve cara çaremîn e ku bajarê Meskeneyê dikin armanc.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê di dawiyê de got:
"Ev aloziya hevdem a ji berbangê ve û berdewamiya operasyonên leşkerî metirsiya berfirehbûna şer û encamên wê yên xeter li ser sivîlan zêde dike.
Komên Şamê ji vê aloziyê û encamên wê yên mirovî û ewlehî berpirsyar in."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse