Dr. Bîlal Wehab: Amerîka bi vê Konsulxaneya mezin dibêje ‘ez naçim’

Duh li 03:43
RÛDAW
Serokê Zanîngeha Amerîkî ya li Silêmaniyê (AUIS) Dr. Bîlal Wehab / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Serokê Zanîngeha Amerîkî ya li Silêmaniyê (AUIS) Dr. Bîlal Wehab / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Dr. Bîlal Wehab Herêma Kurdistanê Konsulxaneya Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Zanîngeha Amerîkî ya li Silêmaniyê derbarê vekirina Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê got, "Ev avahiya mezin semboleke bihêz a mana Amerîkayê ye."

Îro bi amade bûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê ji bo Kar û Barên Birêvebirin û Çavkaniyan Michael Rigas li ser rêya sereke ya Hewlêr-Şeqlaweyê avahiya herî mezin a Konsulxaneya Amerîkayê ya li cîhanê tê vekirin.

Mesrefa projeyê nêzîkî 800 milyon dolarî ye û li ser rûberekî 200 hezar metre ducar (bi qasî 28 stadên futbolê) hatiye avakirin.

Pêwendiyên di navbera Hewlêr û Washingtonê de

Serokê Zanîngeha Amerîkî ya li Silêmaniyê (AUIS) Dr. Bîlal Wehab ku bû mêvanê bultena Rûdawê, behsa pêwendiyên navbera Hewlêr û Washingtonê kir.

Dr. Bîlal Wehab got, “Pêwendî dostaniyeke germ e û xwîn tê de hatiye rijandin, çi di şerê azadiya Îraqê de û çi jî di şerê li dijî DAIŞê de lê hîn negihiştiye asta peymaneke yasayî.

Cudahî ew e, di vê pêwendiyê de eger ji bo Kurdan 'çek' hebe ji bo perastinê, 'pasaport' tê de nîne, wate garantiyeke yasayî ya navneteweyî nîne ku wekî beşek ji xaka xwe yan hevpeymanekî endamê NATOyê miamaleyê bi te re bike."

Li gorî Dr. Bîlal, nebûna wê çarçoveyê yasayî wiha kiriye ku pêwendî bêhtir pişta xwe bi "soz, berjewendiya demkî û dostaniyê" girê bide ku ev jî di siyasetê de tên guhertin, lewra vekirina vê konsulxaneyê divê bibe hander ji bo guhertina pêwendiyê û "sazîbûnê".

"Mîkrofonek ji Hewlêrê bo Washingtonê"

Dr. Bîlal Wehab li ser giringiya siyasî ya vekirina vê avahiyê di vê demê de amaje bi wê yekê kir ku ev sembol û peyam e.

Wî pisporî wiha anî zimên, "Ev avahî mîkrofonek e ku dane Kurdan da ku dengê xwe rasterast bigihînin Washingtonê.

Hebûna konsulxaneya herî mezin a li Hewlêrê belge ye li ser wê yekê ku Amerîka naxwaze ji vê herêmê vekişe û Kurdistanê wekî beşek ji nexşeya berjewendiyên xwe dibîne."

Li gorî gotina Dr. Bîlal, cudahiya Amerîkayê ya li gel welatên din ên cîran ew e ku Amerîka "hêza nerm" bi kar tîne û got:

"Amerîka bi zanîngeh, bi konsulxaneya nûjen û bi nirxên demokrasiyê tê pêş, di demekê de ku cîranên din bi dron, mûşek û milîsan hegemonya xwe ferz dikin.

Vê yekê wiha kiriye ku xelkê Kurdistanê ji aliyê hestî bêhtir meyla wan li ser Amerîkayê hebe."

Serokê Zanîngeha Amerîkî ya li Silêmaniyê hişyarî jî da ku eger Kurd xwe amade nekin ev piştevani "çeka spî ya ji bo roja teng nîne"  û di dawiyê de got:

"Nabe em li bendê bin ku Amerîka ji me bêhtir li ser Kurdistanê biperitîne.

Ew dibêjin em alîkariya Pêşmerge dikin lê merc ew e ku Pêşmerge yekgirtî be ne ya hizban be.

Nabe ji Kurdistanê du deng biçin Washingtonê. Divê Herêma Kurdistanê wekî yek paket û yek qeware miamaleyê bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst