Silliman: Konsulxaneya nû nîşana plana demdirêj a Amerîkayê ye

20 demjimêr berê
RÛDAW
Balyozê berê yê Amerîkayê yê Îraqê Douglas Silliman /Wêne: Rûdaw
Balyozê berê yê Amerîkayê yê Îraqê Douglas Silliman /Wêne: Rûdaw
Nîşan Douglas Silliman Amerîka Herêma Kurdistanê Konsulxaneya Amerîkayê PDK YNK Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê berê yê Amerîkayê yê Îraqê Douglas Silliman ji Rûdawê re ragihand, vekirina konsulxaneya nû ya Amerîkayê ya li Hewlêrê “mînaka herî berbiçav a hevpariya bihêz” a di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de ye û nîşana “plana demdirêj” a Washingtonê ya li herêmê ye.

Siliman her wiha peyameke tund da Bexdayê û got, “Pêwîst e komên çekdar di postên bilind ên hikûmeta bê de cih negirin.”

Douglas Silliman di bernameya Rûdawî Emro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike de, êrişa dawî ya li ser Qada Gazê ya Kormorê bi tundî şermezar kir û got:

“Ev karekî ku nayê qebûlkirin e ku ji aliyê çend koman ve tê kirin.

Ew kom ji aliyê teorîk ve di bin fermandariya hikûmeta Îraqê û serokwezîr de ne lê diyar e ku bi awayekî serbixwe kar dikin.”

Silliman dilniyayî da ku kiryar dikarin bên dîtin û wiha anî zimên:

“Bermahiyên çekan mane, ez bawer im Dijîteror, desthilatdarên din ên Kurdistanê û rayedarên Amerîkayê dikarin çavkaniya çekan û wê koma ku êriş kiriye destnîşan bikin.

Ez bawer dikim ku dê di navbera Washington û Bexdayê de gotûbêjên berdewam hebin da ku êrişkar derkevin pêşberî dadgehê.”

“Nabe komên çekdar bibin xwedî postên bilind”

Silliman tekez kir ku peyama îdareya Trump a ji bo hikûmeta nû ya Îraqê zelal e û wiha pê de çû:

“Girîng e ku ev komên çekdar di postên bilind ên hikûmeta bê ya Îraqê de cih negirin.

Dewletên Yekbûyî bi tundî dijayetiya Yasaya Heşdî Şebiyê kiriye ku pêgeha hinek ji van koman bi pereyên hikûmetê xurt dike, bêyî garantiya ku ew fermanên hikûmetê bi cih bînin. Loma peyameke zelal a Washingtonê ji bo Bexdayê heye.”

Balyozê berê anî zimên ku ev mijar cihê dilgiriniya sereke ya Amerîkayê ye çimkî “Komên çekdar ên ku ne di bin kontrola hikûmetê de ne, di bingeh de sedema nearamiyê ne.

Eger ew bawer bikin ku dikarin êrişî Kormorê bikin, bawer dikin ku dikarin êrişî armancên din jî bikin.”

“Konsulxaneya Hewlêrê nîşana pabendbûna demdirêj a Amerîkayê ye”

Balyozê berê bi kelecan behsa vekirina konsulxaneya nû ya Amerîkayê ya li Hewlêrê kir û ew wekî “mînaka herî berbiçav a hevpariya bihêz” bi nav kir.

Silliman got, “Diyar e ku Dewletên Yekbûyî dixwaze bi rêya vê avahiyê pêwendiya xwe ya bihêz û demdirêj a bi Kurdistanê re bidomîne.”

Silliman danîna hîmê konsulxaneyê bi bîr anî û wiha axivî:

“Ez gelekî bi kelecan im, ji ber ku heft sal berê ev şeref ji min re çêbû ku min bi serokwezîrê wê demê Nêçîrvan Barzanî re hîmê vê avahiya nû danî.

Wê demê me dizanibû ku ev nîşaneke girîng a pêwendiyên Amerîkayê yên bi Kurdistanê re ye.”

Silliman her wiha got, “Qebareya wê ya mezin û hebûna cihê mayînê ji bo karmendan, nîşaneya wê yekê ye ku Dewletên Yekbûyî planeke bihêz û demdirêj li Kurdistanê daniye.”

Nakokiyên PDK û YNKyê

Silliman bi mixabinî behsa nakokiyên di navbera PDK û YNKê de kir û eşkere kir ku wî gelek caran hewla navbeynkariyê daye û domand:

“Dema ez balyoz bûm, ez bawer im min 20, 30, 40 caran serdana Hewlêr û Silêmaniyê kiriye da ku ez hewl bidim PDK û YNKê qanih bikim ku wan nakokiyên biçûk û kêm ên ku wan ji hev vediqetînin, çareser bikin.”

Balyozê berê yê Amerîkayê got, “Gelekî girîng e, bi taybetî dema ku Bexda hewla avakirina hikûmetê dide ku eger helwesteke yekgirtî jî nebe, hevkarî û hikûmeteke kara li Hewlêrê hebe.

Loma ez wan teşwîq dikim ku çareseriya lihevkirinê bibînin û li hev bikin, ji ber ku ev yek wan di dan û standina bi Bexdayê re dixe pêgeheke bihêztir.”

Helwesta îdareya Trump û avakirina hikûmeta Îraqê

Silliman derbarê helwesta îdareya Trump a li ser avakirina hikûmeta nû ya Îraqê ragihand ku Washington dê ne yekalîker be lê mercên wê hene.

Silliman got, “Amerîka di hilbijartina namzedekî dilxwaz de destwerdanê nake lê hewl dide piştrast be ku kesê dibe serokwezîr amade be bi me re kar bike.

Em dixwazin kesekî bibînin ku amade be bi kompanya û veberhênerên Amerîkî re kar bike ji bo başkirina rewşa hemû Îraqê.”

Silliman her wiha got, “Ez bawer dikim Washington dê ne yekalîker be.

Herêma Kurdistanê û dengên PDK û YNKê dibe ku şiyaneke wan a zêdetir hebe ji bo biryardana li ser wê yekê ku kî dê bibe serokwezîrê bê.”

“Astengiya herî mezin şerê DAIŞê bû”

Douglas Silliman ragihand ku astengiya herî mezin di wê dema ku ew li Îraqê bûye, şerê DAIŞê bûye û got:

“Dema êrişa li Mûsilê ez li wir bûm. Piraniya bala min li ser karkirina bi Pêşmerge, Dijîteror û artêşa Îraqê re bû.

Spas ji Xwedê re em bi ser ketin, bi saya hewla wan a mezin û piştgiriya Koalîsyonê. Ez gelekî kêfxweş im ku li dijî DAIŞê ew şerekî serkeftî bû.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst